Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ji ber wefata lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn ku li sirgûnê çû ser dilovaniya xwe daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Ethem Xemgîn li gel şert û mercên giran ên zordariyê, xezîneyeke dîrokî li pey xwe hiştiye û hate gotin, "Mohra xwe danî binê bi dehan lêkolînan. Dîrok wê vî derwêşe serdema modern ji bîr neke."
Di dewama daxuyaniya FEDA'yê de hate ragihandin ku wê 30'ê Cotmehê li Dergaha Elewiyan a Levekûsenê şînê deynin û serdanan qebûl bikin.
Li ser adresa cihê şînê ev agahî hate dayin:
"Adres: Overfeld Weg 34 A, 51371 Leverkusen
Erkanê oxirkirinê: 1'ê Mijdarê roja Pêncşemê saet 12'an li navnîşana Vitalisstrase 308, 50829 Koln'ê."