FEDA: Di şexsê Leyla Guven de dixwazin çavê me bitirsînin

FEDA nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven da û diyar kir ku vê biryara li ser Guven tê wateya ‘çavtirsandinê’.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyeke nivîskî nîşanî cezayê 22 sal û 3 mehan da ya ku li Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven hatibû birîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vê biryara li ser Guven tê wateya çavtirsandinê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew vê biryara li ser Guven nas nakin û hate gotin, “Guven di têkoşîna xwe ya siyasî de gelek berdêlên mezin daye. Feraseta qirker û înkarker nikariye têkoşîna Guven bide sekinandin. Dema vî tiştî hatiye ku em wekî Guven bibêjin ‘Ev welat ê me ye. Li derve yan  jî li hundir em li ku bin em ê bi siyaseta demokrtîk zilma we têk bibin.”