Fatoş Saglamgoz li Goteborg hat bîranîn

Fatoş Saglamgoz li Goteborg hat bîranîn

Fatoş Saglamgoz (Sema) a di 11’ê Mijdara sala 2003’an de ji bo şermezarkirina zextên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Goteborg ê Swêd bedena xwe da ber agir hat bîranîn.

Kurdistaniyên li Qada Gustaf Adolf kom bûn ku Fatoş Saglamgoz (Sema) bedena xwe li wir dabû ber agir, li cihê Saglamgoz jiyana xwe ji dest dabû qernefîl û gul danîn û find pêxistin.Paşê bi hev re çûn ser gora Saglamgoz.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborg Alî Agirî axivî. Agirî got ku şehîd ji bo gelê Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurdistan xwedî girîngiyeke mezin in.

Kurdistaniyên mafê axaftinê wergirtin bîranînên xwe yên bi Saglamgoz re parve kirin.

Kurdistanî piştî bîranîna ku nêzî saetekê dewam kir, li Komeleya Jinan a Kurd a Goteborg hatin cem hev. Dema malbatên şehîdan axivîn û şûnde her du nameyên Saglamgoz ên beriya bedena xwe bide ber agir, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  gelê Kurd re nivîsandibû hatin xwendin. Alî Agirî û Murat Xiznewî yên li vir axivîn bal kişandin ser armanca kesên ji bo têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dane. Bang li tevayî Kurdistaniyan kirin ku piştevaniya xwe ya bi Kobanê, Şengal û Rojava re bidomînin.

Zeynep Kurdistanî ya li ser navê Tevgera Jinan a Kurd a Ewropa axivî got ku xeta berxwedanê ya Saglamgoz û şehîdên şoreşê pêş xistine li Kobanê bi Arîn Mîrxanan re gihiştiye asta jor.

Kurdistanî got, “Xeta şehadetê xeta PKK’ê ye, PKK partiya şehîdan e.”

Di bîranîna ku ji bajarê Karlstad jî komek Kurdistanî beşdar bûn, sînevîzyoneke têkildarî jiyan û têkoşîna Fatoş Saglamgoz hat temaşekirin. Alavên aîdî Saglamgoz jî li komeleyê hatin pêşandan.