Faşîzma AKP-MHP'ê li Lorîentê hate şermezarkirin
Tifaqa faşîst Zexta rejîma AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê û hîleyên di hilbijartinê de hatin kirin, li bajarê Lorîent ê Fransayê hate şermezarkirin.
Tifaqa faşîst Zexta rejîma AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê û hîleyên di hilbijartinê de hatin kirin, li bajarê Lorîent ê Fransayê hate şermezarkirin.
Li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransayê, dek û dolabên AKP'ê yên di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de gerand û zextên li ser HDP'ê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin şermezarkirin.
Çalakiya protestoyî danê êvarê saet 17'an li ber Dêra Kerentrechê dest pê kir û nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Alternatîve Lîberte yên şaxê Lorîentê jî tevlî bûn. Qisekeran diyar kirin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan û hêzên demokrasiyê meşrû bikin, di hilbijartinê de bi her awayî zext, zordarî û hîle kirye.
GEL XWEDÎ LI HDP'Ê DERKET
Hate bibîrxistin ku armanca herî mezin a tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ew bû ku HDP'ê di binê bendê de bihêle û hate destnîşankirin ku gel xwedî li HDP'ê derket. Di çalakiyê de her wiha li ser provokasyonên rêxistinên li Ewropayê yên rejîma faşîst AKP-MHP'ê hişyarî hatin dayin. Bi navê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Dr. Borîs Campos axivî û diyar kir ku wan binpêkirina mafên mirovan ên di dema hilbijartinê de hatin kirin ji nêz ve şopandine û wê li her qadê destekê bidin HDP'ê.
Nûnerê Altenratîve Lîbertejî diyar kir ku welatên Ewropayê ji bo xatirê berjewendiyên xwe li zextên li Kurdistanê û komkujiya li Pirsûsê ji nedîtî ve hatine.
Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin.