Faşîzma AKP-MHP’ê li Den Haagê hate prostetokirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
Nerazîbûnên Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, her ku diçe li dijî êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk mezin û belav dibin.
Di çalakiya îro li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate lidarxistin de, êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.
Her wiha di çalakiyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protestokirin.