Faşîstan li Serîkê êrîşê avahiya HDP’ê kirin
Komeke faşîst, êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Antalya Serîkê kir.
Komeke faşîst, êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Antalya Serîkê kir.
Komeke faşîst, êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Antalya Serîkê kirin. Koma nîjadperest a êrîşî avahiya ku berî du rojan hatibû vekirin kir, gefa "Ya hûn ê buroyê bigirin û tabelayê daxînin an jî em ê tabelayê daxînin û avahiyê bidin ber agir" xwar.
Li Antalyayê komeke nîjadperest a ji sed kesî pêk dihat, êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Antalya Serîkê kir. Koma êrîşkar saet di 22.00’an de hatin avahiyê, gefa "Ya hûn ê buroyê bigirin û tabelayê daxînin an jî em ê tabelayê daxînin û avahiyê bidin ber agir" xwar û avahî dan ber keviran. Rêveberên HDP'ê yên navçeyê yên hatin avahiyê û kesên derdorê, nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Li ser nerazîbûnan koma êrîşkar neçar man vekişe. Dora avahiyê bi ekîbên polîs û jendermeyan hat dorpêçkirin. Koma nîjadperest a careke din li herêmê civiya, li nerazîbûna HDP'yiyan rast hat. Hevseroka HDP’ê Zarîfe Atîk, namzetê HDP’ê Denîz Yildirim û her wiha Qeymeqamê Serîkê û Midûrê Midûriyeta Polîsan hatin cihê bûyerê. Qeymeqamê Serîkê ji hevseroka HDP’a navçeyê re got; herêma Serîkê cihekî hesas e, ji ber vê yekê divê partî bê girtin, tabela bê daxistin.’ Denîz Yildirim nerazîbûn nîşanî vê da û got ku ewlehiya xebatên partiyê, peywira qeymeqamtiyê ye û ew wê avahiyê negirin.
Atîk jî axivî û diyar kir ku ji ber polîs û jendermeyan mudaxaleyê koma êrîşkar nekirine, alozî berdewam kiriye.
Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Huseyîn Dakak jî got ku provokasyona li Agiriyê pêk hatiye îro li Serîkê tê plankirin û hestiyariya gel provokasyon vala derxistiye.
Girseya heta derengiya şevê li ber avahiya navçeyê sekinî, ber bi sibehê ve belav bû û rêveberên HDP’ê jî giliyê êrîşkaran kirin.