Faşîstan bi satoran êrîş kirin

Faşîstan bi satoran êrîş kirin

Li Kampusa Goztepe ya Zanîngeha Marmarayê, faşîstan bi satoran êrîşî xwendekarên Kurd kirin û du xwendekar birîndar kirin.

Li Zanîngeha Maramarayê, xwendekarên Kurd ên li rawestgeha otobusan a Kampusa Goztepeyê disekinîn, rastî êrîşa faşîstan a bi satoran hatin.

Her du xwendekarên Kurd ji ber derbên satoran birîndar bûn.

Hat hînbûn ku yek ji xwendekaran ji serê xwe yê din jî ji milê xwe birîndar bûye. Xwendekar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Goztepe.

Li Kampusa Goztepe ya Zanîngeha Marmarayê faşîst ev demeke dirêje êrîşî xwendekarên welatparêz û şoreşger dikin.