Êzidiyan li Tambovê komkujiya DAIŞ’ê şermezar kir
Komkujiyên çeteyên DAIŞ ên hefteya buhrî li nêzî Mûsilê li hember civaka Êzidiyan dewam kirin, ji aliyê Êzidiyên li Tambovê dijîn hat şermezarkirin.
Komkujiyên çeteyên DAIŞ ên hefteya buhrî li nêzî Mûsilê li hember civaka Êzidiyan dewam kirin, ji aliyê Êzidiyên li Tambovê dijîn hat şermezarkirin.
Komkujiyên çeteyên DAIŞ ên hefteya buhrî li nêzî Mûsilê li hember civaka Êzidiyan dewam kirin, ji aliyê Êzidiyên li Tambovê dijîn hat şermezarkirin. Hevserokê Kongreya Êzidiyan a Rûsya Cemal Şamoyan got: “Êzidî ola bi kok a gelê Kurd temsîl dikin, ti hêz nikare Êzidiyan û ola wan ji ser rûyê erdê tine bike.”
Qetilkirina 200 Êzidiyan li nêzî Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve, li Rûsya hat şermezarkirin. Li salona civînê ya şîrketa Dîcle ya li bajarê Tambov pêşengên civaka Êzidî amade bûn.
Hevserokê Kongreya Êzidiyan a Rûsya Cemal Şamoyan ê di civînê de axivî got: “Êzidiyan li Çiyayê Şengalê xwe bi çek kirin û ji bo parastina xaka xwe bi ruh û can têdikoşin. HPG, YPG û YBŞ derbên giran li çeteyan didin. Ji ber vê çete berê xwe didin mirovên sîvîl. Em qetilkirina mirovên me şermezar dikin. Her wiha pêwîst e hêzên navneteweyî jî li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin.”
Şemoyan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir tê xwestin ku Şengal û derdora wê bê Êzidî bihêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe de: “Gelê Êzidî ola herî bi kok û kevneşopiya gelê Kurd temsîl dike. Dixwazin hemû Êzidiyên Şengal û derdora wê qetil bikin û bê Kurd bihêlin. Ev planên wan ji aliyê gelê Kurd ve hatiye deşîfrekirin. Îro li her çar parçeyê Kurdistanê ciwanên Kurd ji bo parastina Êzidîxanê têkoşîneke mezin didin. Em Êzidiyên li Tambovê dijîn û Kongreya Êzidiyên Rûsyayê, vê komkujiya ku li dijî gelê me pêk hatiye lanet dikin û şermezar dikin.”