Êzidî ji bo statuya Şengalê di 8 rojan de 185 km rê meşiyan
Meşa "Ji Şengalê re statu" ya ku Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ji bajarê Dusseldorfê ber bi Brukselê dabûn destpêkirin, kete roja 8’an. Meşa ku vê sibehê dîsa dest pê kir, dahnê nîvroyê wê bi mîtîngeke li Brukselê, bi dawî bibe.
ANF
BRUKSEL
duşem, 27 adarê 2017, 10:36
Ji bo protestokirina êrîşên AKP-PDK’ê yên li ser Şengalê û ji bo ku satatuyeke Şengalê çêbibe, ji pêşiya Parlamenta Eyaleta NRW’ê ya li Dusseldorfê heta Brukselê meşek hate destpêkirin. Êzidî piştî Elmanya, Hollandayê, ev du roj in jî li Belçîkayê dimeşin û meşa wan kete roja 8’an. Êzidiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, alên Federasyonên Êzidiyan û pankartên ku PDK û AKP’ê prosteto dike hildan û di 8 rojan de heta niha 185 km. rê meşiyan.
Meşvanên ku di nav wan de hunermend û jin jî hene, bi stran û klaman gelekî bi moral xuya dikin. Meş piştî rêyeke 195 kîlometreyî, wê îro bi dawî bibe. Êzidî piştî mîtîngeke li ber avahiya Konseya Ewropayê ya di saet 15.00’an de, wê bi heyetekê dosyaya daxwazên xwe bidin rayedarên Yekîtiya Ewropayê.