Li bajarê Nienburga Almanyayê ji bo piştevaniya Çira Tv'yê ku wekî dengê Êzidiyan dest bi weşanê kir, şahiyek hat li dar xistin. Di şevê de ji 2 hezarî zêdetir Kurdistanî hatin cem hev, gelek sazî û rêxistinên Kurdan jî desteka xwe ji bo Çira Tv'yê anîn ziman.
Di şevê de namzetên Kurd ên roja 20'ê Çileyê wê tevlî hilbijartinên Eyaleta Saksonyaya Jêrin dibin, Gulten Keloglu û Yilmaz Kaba jî hatin nasandin û ev bang hate kirin; "Pir giring e ku îrade û dengê Êzidiyan di siyaseta Alman de cihê xwe bigre û ji bo vê jî 20'ê Çileyê herkesê ku hemwelatê Alman divê biçe dengê xwe bavêje."
Di şevê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç jî axaftinek kir û xwest netenê Ezidî divê hemû Kurd xwedî li Çira Tv'yê derkevin. Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan jî bi telefonê tevlî şevê bû û bi navê partiya xwe peyama piştgiriyê da.
Herwiha di şevê de ji bo azadiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî nêzî hezar îmze hate berhev kirin. Di şevê de Ozan Seyidxan û Ozan Şemdin derketin ser dikê.