‘Ez rakirina çeka li dijî gelê xwe red dikim’
‘Ez rakirina çeka li dijî gelê xwe red dikim’
‘Ez rakirina çeka li dijî gelê xwe red dikim’
Aydogan Îşçî ku ciwanekî Elewî ye di demeke ku şer dijwar dibe de xwe amade dike ku reda xwe ya wijdanî aşkera bike.Li gel ku xwendekarê Zanîngehê ye, yek bi yek li şaxên leşkeriyê geriya lê mixabin leşkeriya wî nehat tecîlkirin û di çalakiya dayikên aştiyê de ji gotinên dayikekê bi bandor dibe û biryara reda xwe ya wijdanî dide. Îşçî yekem car biryara xwe ya reda wijdanî bi hevkariya ANF’ê aşkera kir û got: “Li vê erdnîgariya ku vegeriyaya gola xwînê, ez girtina çekê red dikim.
Xwendekarê Dibistana Bilind a Otomotîv a Tekîrdagê Aydogan Îşçî ku xwendekarê pola duyem e, leşkeriya wî nayê tecîlkirin. Îşçî bi dor çûye şaxa leşkeriyê ya Sariyer, Umraniye û Çorluyê yê bersiva neyênî girt. Îşçî diyar ku bi zorê mafê wî yê xwendinê ji dest digirin û wiha got: “Ez her ku derdikevim kolanê polîs min tacîz dikin. Ez ji bo ku ji van tacîzan rizgar bibim dem bi dem tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûm. Ez ji gotinên dayikekê bi bandor bûm û biryara xwe ya reda wijdanî da.
MIN MAFÊ JIYANA XWE JI DAYIKA XWE GIRT
Îşçî bi lêv kir ku wî mafê jiyana xwe ji dayika xwe girtiye, ji kesekî din negirtiye û got: “TC bi qanûnan bimre-kuştinê ferz dike. Ez wek ciwanekî Elewî li vê erdnîgariyê nikarim li dijî gelê xwe çekê bigirim. Ez çekê red dikim. Ez wek ewladê dayikekê nikarim zarokên mirovan bikujim."
Îşçî destnîşan kir ku ew naxwaze bibe leşkerê dewleteke ku nîjadperestî, zayendperestî, dersên olî ferz dike û wiha berdewam kir: “Ev bi salane ez ji tirsa girtina leşkeriyê dijîm. Leşkerî li min tê ferzkirin. Bi zorê min bibin ez peywirê qebûl nakim. Tiştek bê serê min jî dewlet berpirse. Di 11’ê Cotmehê de ez ê li ÎHD’a Stenbolê reda wijdana xwe aşkera bikim.”