Malbatên ku di komkujiya Soma de xizmên xwe winda kirin, ji bo êşên xwe parve bikin li hev civiyan. Lê belê nedikarîn biaxivin. Yên ku êşên xwe bi helbestê parve dikirin, xwestekên xwe li balonan bar kirin û firadin ezmanan.
ANF
SOMA
pêncşem, 14 gulanê 2015, 07:02
Malbatên ku di komkujiya Soma de xizmên xwe winda kirin, ji bo êşên xwe parve bikin li hev civiyan. Lê belê nedikarîn biaxivin. Yên ku êşên xwe bi helbestê parve dikirin, xwestekên xwe li balonan bar kirin û firadin ezmanan. Ji Serokkomar Erdogan û hikûmetê re gotin: We em ji bîr kirin, hûn li ku ne?
Malbatên di komkujiya karkeran a li Soma de xizmên xwe ji dest dan, danê êvarê di çalakiya "Em derd û êşên xwe parve dikin" de hatin cem hev.
Di çalakiya li ber Qeymeqamiya Soma de bi findan nivîsa "301 can" hat nivîsandin û baretên mandekaran û qurnefîl hatin danîn.
Di bîranînê de Îsmaîl Çolak ê kurê xwe Ûgûr Çolak di kanê de ji dest da axivî û helbesta ji kurê xwe re nivîsandî xwend. Destnîşan kir ku wê doza wan a madenê jî heta dawiyê dewam bike.
Gulten Kavas hevsera Alî Kavas jî helbesta ji hevserê xwe re nivîsandî xwend. Kavas ji bo doza di 15'ê Hezîranê de were dîtin destek xwest û got, "Ev saleke 301 dayik bê ewlad, 250 jin bê hevser, 450 zarok bê bav in. Ev saleke me li ber xwe da li ser piyan bimînin, em ê dîsa li ber xwe bidin. Ewladên me ti carî dest jê bernedan, em ê jî ti carî dest jê bernedin. Ji ber ku hûn li cem me ne sax bin. Xwezî dewlet li cem me bûya, xwezî sendîkayên ji keda karkeran qezenç dike li cem me bûya. Xwezî qeymeqam û şaredar li cem me bûya. Bila ji ber van hemûyan dewlet fedî bike. Wê kengî cezayê xwe bikişînin, wê kengî êşa me kêm bibe."
Elmas Kaya dayika Kadîr Yildirim jî got, "Me dixwest bi Serokkomarê xwe, bi Serokwezîrê xwe re em pesnê xwe bidin. Dibêjin 'Em li cem milet in'. Gelo ew li cem yên mirin e, yan jî li cem nemrûdan e? Li cem kîjan miletî ne? Kurê min çima şehîd ket? Ji bo yên mezin dewlemend bibin şehîd ket."
'KÎ WÊ HESABÊ VÊ BIDE?'
Kîbariye Kûtbay hevsera Îbrahîm Kûtbay bibîr xis ku 3 zarokên wê hene û pirsa "Zarokên min li bavê xwe dipirsin. Dibêjin kujer kî ye? Kî wê hesabê vê bide?" pirsî.
Gulsum Çolak dayika Ûgûr Çolak ji bo mezinahiya êşa xwe vebêje got, "Li ser êşa me tehtekî mezin heye. Ji bo rakirina wî tehtî divê em êşên xwe parve bikin. Ancax em dayik dikarin hev du fêm bikin. Em dişewitin, bila ew jî bi wijdanê xwe bişewitin."
Hîdayet Tokgoz hevsera Ferhat Tokgoz helbesta ji hevserê xwe re nivîsandî xwend û got, "Li van kolanên Soma em her tim dest bi destê bi hev re digeriyan. Min li goristanê du kesên bi destê hev girtibûn û digeriyan dît. Min ji wan re got destê hev bernedin. Ev saleke min rojbûna kurê xwe bêyî bavê wî pîroz kir, salvegera zewaca mei rojbûna hevserê xwe min bi tenê pîroz kir."
'HÛN QET LI BER XWE NAKEVIN?'
Huseyîn Aybat bavê Yahya Aybat pirsa "Salek di ser re derbas bû Birêz Erdogan tu li ku ye?" pirsî. Aybat ji parlamenteran re jî got, "We em ji bîr kirin. Hûn li benda çend canên din in ku bişewitin, ku hûn hînê li ser wê kursiyê rûdinên. Wezîrê Enerjiyê, Wezîrê Kar hûn qet li ber xwe nakevin? Hûn hînê 400 parlamenterî dixwazin. Te çi da ku tu dixwazî? Me we anî, em ê we hilweşînin."