Ewropayê cihê çalakiyan: Kurd li ber parlamentoyê ne

Ewropayê cihê çalakiyan: Kurd li ber parlamentoyê ne

Kurdistaniyên li ser banga KCD-E û Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Ewropa ya “Îro dema çalakiyan e” li her cihê lê ji bo Kobanê li ser piyan e.  Di serî de li ber Konseya Ewropa û Parlamentoya Ewropa li ber parlamentoyên gelek welat û eyaletan ji bo dengê Kobanê bihênin cîhanê di nav çalakiyan de ne.

Heta saet 16.00’an çalakiyên gihiştinê navenda nûçeyan ANF ew in:  

LI BRUKSEK LI BER PARLAMENTOYA EWROPA ÇALAKÎ

Çalakvanên ji bo berxwedana Kobanê li ber avahiyên Parlamentoya Ewropa (PE) di greva birçîbûnê de PE ji bo demeke kurt dagir kirin.

Di navbera çalakvanan û polîsan de ku aloziyeke demkurt rû da piştî helwesta bi biryar a çalakvanan polîs neçar man vekişin.

Piştî dagirkirina bi dirûşmaya, “Bijî Berxwedana Kobanê” çalakvan vegeriyan konê çalakiyê Place Luxemburg.

PÊŞIYA KONSEYA EWROPA YA LI STRASBOURG  CIHÊ ÇALAKIYÊ

Li Strasbourg a Fransa jî Kurd 4 roj in li ber avahiya Konseya Ewropa ne. Kurd li wir ji aliyekî ve di rûniştinên MPKE der barê şerê Kobanê de agahdariyan û xebatên dîplomasiyê dikin li aliyê din jî li ber Konseyê greva birçîbûnê didomînin.

Li ser dijwarbûna şerê li Kobanê danê sibehê ji çalakvanên xwestin bikevin avahiya Konseyê 4 kes hatin binçavkirin. Ji wan 3 kes hatin berdan kesek jî hê di bin çavan de ye.

LI PARLAMENTOYA NETEWEYÎ YA LI DEN HAAG ÇALAKÎ

Li bajarê Den Haag ê Hollanda ku çalakiya kon didome li ber Parlamentoya Neteweyî ya li bajer Kurdistaniyan dest bi çalakiyê kirin. Ji gelek bajarên Hollanda jî Kurd ber bi parlamentoyê diherikin.

LI DUSSELDORF PARLAMENTOYA  EYALETÊ

Bi sedan Kurdên li ber Parlamentoya Eyaleta Bakur Ren-Vestfalya hatin gel hev banga çalakiya lezgîn li hikûmeta Elmanya kirin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI PARÎS DIDOME

Çalakiya kon û greva birçîbûnê ya li ber Meclîsa Neteweyî ya Fransa di roja sêyemîn de didome.

LI BORDEUX  LI FRANCE 3 TV DE ÇALAKÎ

Li bajarê Bordeux ê Fransa komeke Kurdistaniyên danê nîvro ketin avahiya France 3 tv çalakiyek li dar xistin.

Kurdistanî piştî çalakiyê bi rayedarên televîzyonê re axivîn û der barê êrîşên li hember Kobanê rayedar agahdar kirin. Her wiha bi rayedarên Şaredariya Bordeux re jî hevdîtinek pêk hat.

LI HAMBURG LI BER KONSOLOSXANEYA DYA ÇALAKÎ

Li bajarê Hamburg ê Elmanya jî li ber Konsolosxaneya DYA çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn pêk hat.

DI PARLAMENTOYA WÎESBADEN A EYALETÊ HEVDÎTİN

Komek ji çalakvanan li bajarê Wîesbaden ê Elmanya di greva birçîbûnê de ne bi parlamenterên Eyaleta Hessen re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ji 4 kesan a li ser navê TJKE û NAV-DEM bi Will Van Ooyen ê ji Partiya Çep û Lîsa Gnadl a SPD’ê re axivîn der barê Kobanê de agahî dan. Heyetê xwest Elmanya pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re rawestîne.

Di dema hevdîtinê de komek ji çalakvanên di greva birçîbûnê de xwe li ber Parlamentoyê zincîr kirin.

LI VIYANA ÇALAKÎ

Li paytexta Viyana ya Awûstûrya çalakiya nobetê ya li ber Parlamentoya Awûstûrya didome.

JI KCD-E Û ÎNÎSIYATÎFA GEL A EWROPA BANG

Înîsiyatîfa Gel Kurd a Ewropayê bang li Kurdên Ewropayê kir ku ji bo ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê xera bike, dakevin kolanan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  her der Kobanê ye dem dema berxwedanê ye û hat destnîşan kirin ku divê Kurdên Ewropa jiyana xwe ya normal rawestînin û di nava serhildanan de cih bigirin.

Înîsiyatîfa Gel a Kurd a Ewropayê der barê geşedanên Kobanê de danezanek weşand û bang li Kurdên Ewropayê kirin ku derbasî xeta çalakiya radîkal bibin.

Înîsiyatîfê diyar kir ku dixwazin li Kobanê Şengalek duyemîn bidin jiyîn û got ku ji bo tehdîda li ser Kobanê rabe divê gel bikeve nava tevgerê.

Înîsiyatîfê got: “Hemû Kurdên welatparêz ên Ewropayê divê kar, dibistan û jiyana xwe ya rutîn bidin sekinandin û tevlî çalakiyan bibin û seferber bin.

ÎTALYA

Kurdên li Îtalya jî ji bo Kobane ji nû ve ketin nav çalakiyan. Komeke ji 20 ciwanên Kurd li ber parlamentoya Îtalya çalakiyek li dar xistin. Di navbera ciwanên xwestin bikevi n avahiya parlamentoyê û polîsan de aloziyeke demkurt rû da.