'Ev hilbijartin ji bo gelan bû hêvî'

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navbe dixebitin.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navbe dixebitin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê civînek hate lidarxistin. Di civînê de komkujiyên ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji sala 2015'an û vir ve li Bakurê Kurdistanê û Efrînê dike hatin bibîrxistin û hate gotin ku divê hesabê van komkujiyan bê pirsîn. Beşdaran diyar kirin ku divê ew xwe bigihînin hemû dengdêran.

KARLSRÛHE

Li eyaleta Baden Wurttemberg a Elmanyayê jî, nûnerên komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê yên li Karlsrûhe, Pforzheîm, Freîbûrg, Baden Baden û Brûchsalê li bajarê Karlsrûheyê li hev civiyan. Di civînê de karê heyî hate nirxandin û ji bo dema bê plansaziyek hate amadekirin. Hate destnîşankirin ku divê komîsyonên hilbijartinê yên li herêman bên befirehkirin. Wekî din planek ji bo muşahîdên ku li konsolosxaneyê wezîfedar bin hate amadekirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Başûr Fransayê civîneke gel hate lidarxistin. Civîn li navenda Partiya Komunîst a Fransayê pêk hat û di şexsê şehîdên meha Gulanê de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn hemû şehîdan dest pê kir. Bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst Seval Gundogdû peyivî û got, jin wê encamên hilbijartinê diyar bikin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê bûye hêvî û wiha dewam kir: "Erdogan dît ku êdî bi Rewşa Awarte jî nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Lewma biryara hilbijartinê da û ev yek bi MHP'ê da gotin."