Ev 6 roj in li pêşiya NY’yê qetlîam û qirkirinê dewleta Tirk tê vegotin

Greva birçîbûnê ya bi daxwazê NY’yê ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê di roja 6’an de dewam dike, li vir rûyê qirker û dagirker ên dewleta Tirk tê kirfşkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi tevlîbûna parlemeterên HDP’ê û hevşaredaran de ji bo Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk de li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê hatibû destpêkirin di roja 6’an de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza ji bo Efrînê NY bikeve nava tevgerê hatî destpêkirin, roja bi çûyîna sedan Kurdistanî û dostên wan a serdanê destek dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Qada Place Des Natîons a li pêşiya NY’yê di roja 6’an de dom dike, rojane bi sedan kes diçin serdana çalakvanan û peyamên piştgiriyê didin. Di heman demê de çalakiya gireva birçîbûnê ya li Qada Place Des Natîon a rojane bi sedan mirov ziyaret dikin, eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê jî didin. Car bi car bi dirûşim car jî bi axaftinên tên kirin piştgiriyê didin EFrînê. Di axaftinên tên kirin de erka NY’yê li bîr dixin û banga lezgîn a ji bo Efrînê ketina tevgerê tê kirin.

Li qadê li gel pankartên bi nivîsên “Dawî li dagirkeriya li Efrînê bînin”, “NYî NATO, YE bêdeng e, Tirkiye qetil dike” û “Daxwaz ji NY’yê dikin ku li dijî Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê” posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hatine bildinkirin.

Her wiha wêneyên ku hevkariya Serokkomarê Tirk Erdogan ya bi DAIŞ’ê re û qetilkirina welatiyên sivîl ku jin û zarok jî di nav de ne hatine daliqandin. Hat diyarkirin ku her roja diçe Erdogan jî ber bi faşîzma Hîtler ve diçe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ev 6 roj in dom dike, Swîsreyî jî piştgirî dikin. Rojan gelek welatiyên Swîsreyî tên cihê çalakiyê û piştgiriya xwe ya ji bo wan tînin ziman û peyamên piştgiriyê ya bi Efrînê re didin. Banga xurtkirina têkoşîna bi gelê Kurd re didin.

Her wiha bi stran û helbestên jinên ku diçin serdana çalakiyê qîr dikin rojane moral û hêzê dide çalakvanan.

Têkildarî mijarê heta niha çalakvanan dosya pêşkêşî rêveberên NY’yê kirine, lê heta niha encameke zelal nehatiye raberkirin. Di hevdîtina nava hefteyê ya çalakvanan a bi rêveberên NY’yê re hatî kirin ev tişt hatibû gotin: “Agahiya me heye ku dewleta Tirk li Efrînê di nava dagirkeriyê de ye. Em difikirin ku Tirkiye tenê bi Efrînê re jî sînordar nemîne, heman pêvajo di rojên pêşde ji bo Kobanê jî derbasdare. Em di ferqa rewşa cidî de ne, di vê wateyê de raporên ku em amade bikin em ê hem ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’yê û hem jî ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY’yê re bişîni.” bal kişandibû.

Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ên yek ji şahidê êrîşên dagirker ên li bajarê Cizîrê bi tundî bêdeniya NY’yê ya hem ji bo Cizîrê rexne kir û diyar kir ku bila ev bêdengî ji bo Efrînê jî pêk neyê. Têkildarî mijarê Sariyildiz dema li gel rêveberan axivî rexneyên tund raber kiribû û ev tişt gotibû: “NY’yê ya ku li hember bûyerên li Cizîrê qewimîn bêdeng bûn, di çavê Kurdan de NY’yê bûye hevkarên qetlîamên li Cizîrê. Me wê rojê got we guh neda, em îro dîsa dibêjin, eger ji bo Efrînê nekevin nava liv û tevgerê, carekî din hûnê di çavê Kurdan de bibin hevkarên qirkirin û qetlîaman.”

Navên çalakvanên tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne wiha ne:

Parlementera HDP’ya berê ya Muşê û Berdevka HDK-Ewropa Demîr Çelîk, Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçar, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevşaredarê Kerboranê Burhan Kocaman, Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Serokê Şaredariya Landra Haringeyê Alîgul Ozbek, Lîstikvan Denîz Nakî, Ji HDK’ê Feyzullah Tunç, Endamê Meclîsa Şengal a Derveyî Welat Bedîrhan Kahraman.

Li aliyê din komek Kurdistanî û dostên wan bi awayekî dorveger tevlî çalakiyê bû piştgirî kir.