Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe

Lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn ku li ser dîroka Kurdistanê û Elewîtiyê gelek lêkolîn kiriye, çû ser dilovaniya xwe.

Lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn li Elmanyayê koça dawî kir. Xemgîn demeke dirêj bû ku bi nexweşiyên giran ketibû. Xemgîn li Klînîka Zanîngeha Kolnê vê sibehê çû ser dilovaniya xwe.

EHEM XEMGÎN KÎ YE?

Ethem Xemgîn sala 1847'an li gundê Harûnûşagi yê navçeya Akçadag a Meletiyê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund, ya navîn jî li Dîlokê qedand. Piştre ji ber neyartiya xwînî tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir. Lîse û Fakulteya Hiqûqê li Stenbolê qedand. Wextekê li Stenbolê parêzerî kir. Ji ber sedemên siyasî, sala 1980'î neçar ma tevî malbata xwe koçî Ewropayê bike. Xemgîn bavê 3 zarokan e.

Çend ji pirtûkên wî:

Kürdistan tarihi - Dîroka Kurdistanê
Mazda İnancı ve Alevilik - Baweriya Mazda û Elewîtî
İslamiyet ve Alevilik - Îslamiyet û Elewîtî
Aleviliğin Kökenindeki Mazda inancı ve Zerdüşt Öğretisi - Doktrîna Zerduştî û Baweriya Mazda ya di Koka Elewîtiyê de
Kürdistan’da Mitoloji ve Dini İnançlar - Mîtolojî û Baweriyên Olî yên li Kurdistanê