Ji bo Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Geziyê de ji aliyê polîsan hat qetilkirin, bernameya bîranînê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Gur di bîranînê de axivî û got: “Hevalê Ethem ji aliyê dijminên ked û aştiyê ve hat qetilkirin.”
Beriya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Enqereyê, Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Geziyê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Parka Guven hat bîranîn.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, Parlamenterên CHP’ê Levent Gok, Alîkarê Serokên Malên Gel ên Giştî Samut Karabulut, malbata Ethem Sarisuluk û hevalên wî beşdar bûn.
DIJMINÊN KED Û AŞTIYÊ QETIL KIRIN
Di bernameyê de dirûşmên, "Heval Ethem nemire", "Heval Ethem rûmeta me ye", "Bijî 1 Gulan" hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê Gur diyar kir ku wê têkoşîna Sarisuluk pêş bixin û got: “Hevalê Ethem ji aliyê dijminên ked û aştiyê ve hat qetilkirin. Weke li Roboskî, di serhildana Kobanê de, Cizîr û Kurdistanê hat qetilkirin. Em ê li dijî desthilatdariya AKP’ê bêdeng nemînin.”
Ji rojnameya Alinterî hevalên Sarisuluk axivîn û gotin: “Ethem karkerekî bi hişmend ku ji bo hesabê karkerên di teqîna Ostîmê jiyana xwe ji dest da, bipirse bi hevalên xwe re komîteyek ava kir û xwest patron bên cezakirin. Ji ber vê bû ku Ethem di eniya pêş de cih girt û ji bo daxwaza gelan biqîre jiyana xwe ji dest da.”