Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), li ser doza 16-17'ê Tîrmehê ya li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir.
Di daxuyaniyê de işaret bi zext û zordariya desthilatdariyê ya li ser ajansa wan hate kirin û hate ragihandin ku di bin gefa girtinê de karê xwe yê eşkerekirina rastiyan dewam kirine.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku edîtor û nûçegihanên wan Îsmînaz Temel û Havva Cûştan ji 19'ê Cotmeha 2017'an ve ji ber karê xwe yê nûçegihaniyê girtî ne û piştî 9 mehan yekemcar wê derkevin pêşberî dadgehê.
ETHA'yê diyar kir ku Îsmînaz Temel û Havva Cûştan tevî sosyalîstên bi hev re hatin girtin wê 16-17'ê Tîrmehê li 27. Dadgeha Cezayê Giran bên darizandin.
Di daxuyaniyê de bang li rojnamevan-nûçegihan, kedkarên çapemeniya azad û raya giştî ya demokratîk hate kirin ku beşdarî rûniştina li Edliyeya Çaglayanê bibin û destekê bidin nûçegihanên wan.