ESP: Muhatabtiya Ocalan hate nîşan kirin

ESP: Muhatabtiya Ocalan hate nîşan kirin

Navenda Giştî ya ESP’ê diyarkir ku, çalakiya birçîbûnê polîtîkayên hikumeta AKP’ê yên mêtînger û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vale derxistiye. ESP’ê got; “Çalakiya birçîbûnê careke din bi xetên stor muxatabtiya Ocalan weke rêberê netewî yê Kurdan da nîşan kirin.”

Navenda Giştî ya Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP) daxuyaniyekî nivîskî ya têkildarî çalakiya birçîbûnê ku di roja 68’an de bi dawî bû weşand.

Navenda Giştî ya ESP’e di daxuyaniya weşandî de, çalakiya birçîbûnê ya 12’ê Îlonê destpêkir û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de bi dawî bû, da diyarkirin ku çalakiya birçîbûnê li Rojava kesimên pêşketî û demokrat yên gelê Tirkiyeyê xiste tevgerê. ESP’ê destnîşan kir ku, çalakiya birçîbûnê li her deverekê bû sedema sempatî û piştevaniya bi daxwazên kurdan re.

ESP’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, partiya wan ESP’ê jî ji bo berxwedana çalakiya birçîbûnê dakeve kolana rolekî aktîf leyîstiye. Her wiha Kongreya Gelan ya Demokratîk û Koordînasona Şopandaina Girtîgehan jî di vê pêvajoyê de bûn navendekî yekgirtî.

Di daxuyaniya hatî weşandin de ESP’ê got; “Çalakiya birçîbûnê polîtîkayên hikumeta AKP’ê yên mêtînger û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vale derxistiye. Her wiha carek din muxatabtiya Ocalan ku weke rêberê netewî yê Kurdan bixetên sor nîşan kirin. Daxwaza serbest berdan Ocalan xist rojevê. Ketin Erdogan ya panîkê û careke din darvekirin xistina rojevê vê rastiyê naguhere.”

ESP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha ragihand: “Desthilatdariya AKP’ê ku hesap dikir dê pirsgirêka netewî ya Kurdan bi îmha û perçiqandinê bigire dest, lê belê çalakiya birçîbûnê li hemberî van polîtîkayan weke pêngavek ya berxwedana bindestan bû. Ji bo aştiyeke adil, birûmet û demokratîk rêyek nû vekir.”