ESP: HDP bi lîstika MÎT'ê dikin hedef

ESP'ê got HDP bi propagandaya şerê gemarî ya  MÎT'ê dikin hedef û got, ''Neyên vê lîstikê''.

Navenda Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) têkilî provakasyonên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî da.

'PÊLEKE NÛ YA ÊRÎŞÊ'

ESP'ê bi domdarî got, ''Ti şik û guman jê tine, ev lîstik ji hêla daîreya şerê taybet ku navenda şerê mêtingeriyê ye û ji hêla MÎT'ê ve plana wê tê danîn û bicihanîn.''

ESP'ê her wiha got, ''Heke fikara dahatuya ciwanên Kurd û Tirk be tişta ku divê were kirin hêsan e; divê daxwazên demokratîk ên netewî yên gelê Kurd werin qebûlkirin, dawî li siyaseta şerê taybet were û kesên ku heta niha  bûne sedema xwînê û hêstirên çavan werin darizandin û cezakirin.''

ESP'ê bang li malbatan kir û got, ''Neyên vê lîstikê! Van rojan ku dizî, talan, mêtingerî ron û heşkere bûye, bloka desthilata faşîst ji hêzê dikeve nebin amûrê polîtîkaya şer.''