Esnafên êrîşî rojnamevanan kirin rastî mudaxeleya gel hatin

Esnafên êrîşî rojnamevanan kirin rastî mudaxeleya gel hatin

Polîsan careke din ku bi TOMA, bombeyên gazê û gulleyên plastîk êrîşî gel kir, esnafên li Kolana Sadrî Alişik a di Caddeya Îstîklalê de êrîşî rojnamevanên ku dixwestin dîmenan bigirin kirin. Gel jî dema dît rojnamevan rastî êrîşa bi daran tên mudaxele kirin.

Polîsan êrîş bir ser girseya ku piştî daxuyaniya TMMOB a li Qada Galatasaray belav dibû. Şefên polîsan bi anonsên “belav bibin” girseya ku jixwe belav dibû hişyar kirin û bi TOMA, bombayên gazê û gulleyên plastîk fermana êrîşan dan.

Ji aliyê din ve jî rojnamevanên ku hewl didan dîmenên gelê ku xwe spartibû Kolana Sadrî Alişik bigirin, bûn hedefa esnafên di destên wan de dar. Dema esnafan bi gotinên, “Dîmenan nekîşînin bêşerefno” heqaret li rojnamevanan kirin, hem rojnamevan û hem jî gel bertek û nerazîbûn nîşanî esnafan dan. Hin esnafan bi kulman êrîş birin ser rojnamevanên ku hewl didan pevçûnê bisekinin û dema hin esnafan bi darên di destên xwe êrîşî gel kirin pevçûn mezin bû. Gel da pey esnafên ku bi daran êrîş dikirin.

Her wiha êrîş û mudaxeleya polîsan li kolanên Caddeya Îstîklal berdewam dike.