Erkdariya Başûr pêşkêşî Meclîsê hat kirin
Erkdariya Başûr pêşkêşî Meclîsê hat kirin
Erkdariya Başûr pêşkêşî Meclîsê hat kirin
Tevî pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û dewama agirbesta KCK'ê jî, erkdariya destwerdana li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşkêşî parlamentê hat kirin.
Bi vê erkdariyê re tê xwestin ku erka Hikûmeta AKP'ê ya di mijara operasyona derveyî sînor a li dijî Başûrê Kurdistanê de ji bo salekê bê dirêjkirin.
Tê payîn erkdarî beriya 17 Cotmehê bi dawîbûna erkdariya berê, bê nirxandin.
Erkdariya destpêkê di 5'ê Cotmehê de piştî lihevkirina Washîngtonê hat derxistin û ji sala 2007'an û vir ve her sal bi dengên AKP-MHP û CHP'ê ev erkdarî ji parlamentê tê derxistin.