Êrîşî avahiya BDP’ê ya Keçîorenê kirin

Êrîşî avahiya BDP’ê ya Keçîorenê kirin

Li rexmî polîsên 24 demjimêran li dewriyeyê digerin duh şev avahiya BDP’ê ya navçeya Keçîorenê rastî êrîşê hat. Hevserokê BDP’a Bajarê Enqereyê Aday got; “Piştî ku pêvajoya diyalogê destpêkir, komplo û êrîş jî zêdebûn.”

Şeva din avahiya BDP’ê ya navçeya Keçîoren ya Enqereyê rexmê ku polîs 24 demjimêran li dewriyeyê digerin jî rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar ve hat. Di encama êrîşê de camên avahiyê şikestin.

Piştî êrîşî endamên BDP’ê li ber avahiya navçeyê kombûn û êrîş şermezar kirin. Hevserokê BDP’a Bajarê Enqereyê Ahmet Aday daxuyaniyek da û got; “Piştî ku pêvajoya diyalogê destpê kir, komplo û êrîş jî zêdebûn. BDP’e jî dixwaze weke partiyên din rihet siyasetê bike. Hêzên ewlekariyê dibêjin ew 24 demjimêran li vir dimînin, wê demê ev tê wê wateyê ku, agahiya we ji vê êrîşê heye, nizanim çi bêjim.” Aday da diyarkirin ku, li rexmî van êrîşan jî ew dê paşde gavê neavêjin. Aday destnîşan kir ku, “Em dê ji bo demokratîkbûna vî welatî û azadiya gelê Kurd tekoşîna xwe berdewam bikin.”