Êrîşên nîjadperest ên li dijî HDP'ê destpê kirin!

Li hin bajarên Tirkiyeyê êrîşên nîjadperestî yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rû dan. Ji ber êrîşên nîjadperestî, avahiyên partiyê xisar dîtin.

Li hin bajarên Tirkiyeyê êrîşên nîjadperestî yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rû dan. Ji ber êrîşên nîjadperestî, avahiyên partiyê xisar dîtin.

EDÎRNE

Avahiya HDP'ê ya Bajarê Edîrneyê duh bi şev saet di 03:00 de rastî êrîşa komeke nîjadperest hat. Nîjadperest li ber avahiya partiyê civiyan, deriyê avahiyê şikandin û ketin hundir. Êrîşkaran zerar dan eşyayên li hundir û ji cama avahiya partiyê ala Tirk daliqandin.

BERGAMA

Li navçeya Îzmîr Bergamayê, komek ji hezar nîjadperestan, nîvê şevê saet di 03:00 de êrîşî avahiya HDP'ê ya Navçeyê kirin. Koma ket hundirê avahiyê alên HDP'ê şewitand, tabelaya partiyê danî û dûre ket nava taxên Kurdan û xwest provokasyonê derxîne. Balkêş bû ku polîsan bi tenê li bûyeran temaşe dikirin.

ESKÎŞEHÎR

Li Eskîşehîrê jî komek ji nîjadperestan danê sibehê civiya, êrîşî avahiya HDP'ê ya bajêr kir û zerareke mezin da avahiyê. Nîjadperestên deriyê avahiya li Kolana Sakaryayê şikandin û zerar dan avahiyê. Endamê HDP'ê Îzettîn Altin diyar kir ku polîs bi komên nîjadperest re tevdigerin û hişyarî da ku eger tedbîr neyê stendin dibe ku hemû Kurdên li bajêr rastî êrîşên bi vî rengî werin.