Êrîşên li hember HDP’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin şermezarkirin

Bi deh hezaran kesên di pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê de hatin gel hev, êrîşên li hemberî HDP’ê bi meşeke ji Tunelê heta Qada Galatasaray şermezar kirin.

Bi deh hezaran kesên di pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê de hatin gel hev, êrîşên li hemberî HDP’ê bi meşeke ji Tunelê heta Qada Galatasaray şermezar kirin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê, Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, sendîka û rêxistinên girseya demokratîk di meşê de amade bûn. Di meşê de ji Serokkomar Erdogan ê agirê êrîşên li hember HDP’ê pêxist re peyama, “Em ê te nekin serok” hat dayîn.

Rêxistinên HDP’ê yên Stenbolê li hember êrîşên hemwext ên li Edene û Mersînê li dijî HDP’ê bi deh hezar herikîn kolanan. Bi deh hezaran kesên di dirûşman ji Tunel ber bi Qada Galatasaray meşiyan, Recep Tayyîp Erdogan “em te nakin serok” qîr kirin. Di meşê de dayikên aştiyê li refên pêş bûn.

Bi deh hezaran ku Qada Galarasaray a di dorpêça polîsan de têra wan nekir, li ser navê girseyê axaftina yekemîn ji aliyê Serokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Cesîm Soylu ve hat kirin. Soylu êrîşên li Edene û Mêrsînê yên li hember HDP’ê şermezar kir, diyar kir kesên ev êrîş plan kirine nas dikin û lanet dikin û got: “Wê ew bi xwe bikevin kemîna vê plana xwe ya amade kirine.”