Êrîşên li hember buroyên hilbijartinê yên HDP’ê zêde bûn
Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê êrîşên li dijî HDP’ê her diçin zêde dibin. Şevê din jî li dijî buroyên HDP’ê yên li Enqere û Mugla êrîş pêk hatin.

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Keçîoren a Enqere hatiye vekirin derengiya şevê rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hat. Kiryar ji bo bi kamerayan neyên kişandin di aliyê buroyê yê piştê ve hatin û camên buroyê şikandin.
Şaredariya Keçîorenê ya AKP'î alên HDP'ê yên li derdora buroyê hatin daliqandin jî kom kirin. Di serdemeke hemû kes alan daliqîne şaredariyê got ku al jî aliyê zabiteyan ve hatine komkirin û gotin, "Tenê we daliqandine yan wê hemû partî bidalîqînin an jî em destûrê nadin ti kesî."
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Keçîoren Saadet Kayran êrîş şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li hemberî xebatên HDP'ê ne û wiha got: "Li vê herêmê gelê me xwedî li partiyê derdikeve. Ji ber vê yekê êrîşkar ne bi roj nîvê şevê êrîşê dikin."
MUGLA
Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Duşemê li navçeya Mîlas a Muglayê hate vekirin şevê din rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hat. HDP'iyên serê sibê ji bo buroyê vekin çûn, dîtin ku camên buroyê hatine şikandin û li ser vê yekê li rêveberên partiyê geriyan û agahî dan polîsan. Endamê Meclîsa HDP'ê Murat Aydin diyar kir ku ew êrîş hewildaneke provokasyonê ye û wiha got: "Wê di pêvajoya hilbijartinê de provokasyonên wisa bikin. Em ê li hemberî van êrîşan baldar bin û em ê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin."