Êrîşên li Edeneyê hatin şikandin
Li navçeyen Edene Yuregîr û Seyhanê, bûyerên ji ber êrîşa polîsan a li hemberî xwepêşandanên protestoyî destpê kirin, heta ber destê sibehê dewam kirin.
Li navçeyen Edene Yuregîr û Seyhanê, bûyerên ji ber êrîşa polîsan a li hemberî xwepêşandanên protestoyî destpê kirin, heta ber destê sibehê dewam kirin.
Li navçeyên Edene Yuregîr û Seyhanê, bi armanca şermezarkirina operasyonên tinekirinê yên li Kurdistanê lit axên Şakîrpaşa, Gulbahçe, Barbaros û Anadolû, xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê belê polîsan bi bombeya gazê, bombeya deng û fîşekên rastî êrîşî xwepêşandanê kirin. Li hemberî vê êrîşê jî gel dest bi xweparastinê kir.
Girseya gel a li ser rêya bingehîn lastîk şewitand û bend danî, her wiha li derabeyên dikanan û tenekeyan xist û bi çalakiya dengderxistinê êrîşa polîsan şermezar kir.
Polîsan li nava kolanan jî bi bombeyên gazê û deng êrîşî gel û malên welatiyan kirin. Deriyên hin ji van malan ji aliyê polîsan ve hatin şikandin.
Bûyeran heta ber desê sibehê dewam kirin û di encama berxwedana gel de polîsên Tirk neçar man xwe ji taxan vekişînin.
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Edene Seyhan û Çûkûrovayê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de tevî xwendekarên zanîngehê gelek kes hatin binçavkirin û ew birin Şaxê TEM ê Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê. Hat ragihandin ku di nava binçaviyan de xwendekarên zanîngehê Mehmet Reşît Toygûn, Mûhammed Şeyhmûs Şahîn û Halîl Îbrahîm Bozan jî hene.