Êrişên li dijî ESP'ê li Brukselê hatin şermezarkirin
Êrişên li dijî ESP'ê li Brukselê hatin şermezarkirin
Êrişên li dijî ESP'ê li Brukselê hatin şermezarkirin
Operasyonên polêsan ên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan, Ajansa Nûçeyan a Etkîn ETHA, Komeleya Ciwanên Sosyalîst, Rojnameya Atilim û Radyoya Ozgur, îro li Brukselê hatin şermezarkirin.
Di çalakiya li ber Konseya Ewrûpayê de, êriş hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku rejîma AKP'ê hewl dide tola berxwedana Taksîmê ji ESP'ê hilîne.
Di çalakiyê de alên SRI, Ciwanên Antîkapîtalîst, AvEG-Kon, SKB û YS hatin vekirin û dowîzên li ser daxwaza serbestberdana binçavkiriyan nivîsandî, hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Her der Taksîm, her der berxwedane", "Bila binçavkirî serbest bên berdan", "Bijî piştgiriya navnetewî" hatin qêrîn.
Di çalakiya saetekê de, bi armanca sembolîzekirina berxwedana Taksîmê çalakiya "Mêrê rawestandî", "Jin a rawestandî" hate lidarxistin.