Êrîşên dewleta Tirk li Hagen û Amsterdamê hatin protestokirin
Li bajarê Elmanya Hagenê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li Dergaha Elewiyan hat lidarxistin, bi dawî bû. Greva birçîbûnê ya li bajarê Hollanda Amsterdamê jî dewam dike.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 19 rêbendanê 2016, 07:12
Li bajarê Elmanya Hagenê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li Dergaha Elewiyan hat lidarxistin, bi dawî bû. Greva birçîbûnê ya li bajarê Hollanda Amsterdamê jî dewam dike.
HAGEN
Li bajarê Elmanya Hagenê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li Dergaha Elewiyan hat lidarxistin, piştî sê rojan bi dawî bû. Greva birçîbûnê bi tevlîbûna nûnerên gelek saziyan bi çalakiyekê qediya.
Ji rêveberiya Dergahê Huseyîn Bakir, Nûnerê NAV-DEM'ê Îsmet Kem, nûnerê TEDA, endamên TJK-E, nûnerên Meclîsa Jinê ya Rozerîn a Dortmûndê, Enstîtuya Kurd, Meclîsa Fîdan Mardîn, CÎK, MLKP li vir axivîn.
Qisekeran xwerêveberiya li Kurdistanê û berxwedana YPS û gelê Kurd silav kirin. Nûneran diyar kirin ku di vê têkoşîna mafdar de ew ê her tim li cem gelê Kurd ê berxwedêr bin.
AMSTERDAM
Greva birçîbûnê ya li paytexta Hollanda Amsterdamê ya ji aliyê Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyî ve hat destpêkirin, dewam dike. Çalakgerên grevê li Dam Pleîn û Centraal Statîonê çalakiya protestoyî lidar xistin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û li ser rewşê agahî ji Hollandayiyan re hat dayîn. Di çalakiyê de her wiha mirovên di bomberdûmana hêzên dewleta Tirk de li mala serxweşiyê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Ji birîndaran re jî şîfa xêrê hat xwestin.