Êrîşên dewleta Tirk li Ewropayê hatin protestokirin
Bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên li Kurdistanê û silavkirina berxwedanê, li hin bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên li Kurdistanê û silavkirina berxwedanê, li hin bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên li Kurdistanê û silavkirina berxwedanê, li hin bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
LI BORDEAÛXÊ BÎRANÎNA ŞEHÎDAN
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, ji bo gerîlayên HPG'ê û şervanên MLKP'ê yên jiyana xwe ji dest dane, çalakiyek bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û xwendevanên Atilim ên Bordeaûxê ve hat lidarxistin û Roger Demhat (Furkan (Şahîn) ê li nava refên HPG'ê jiyana xwe ji dest da û şoreşgerên jin ên MLKP'yî Berçem Rênas (Yelîz Erbay) û Ekîn Sû (Şîrîn Oter) ên li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê di destpêkê de mafê axaftinê wergirt û bang li welatparêzên li Ewropayê kir ku bala xwe li pêvajoya li Bakurê Kurdistanê bin.
Di axaftina xwe de nûnerê navendê got, "Pitika 5 mehî şehîd ket. Dayikek 70 salî şehîd ket. Ev komkujiyên li hemberî sivîlan tên kirin, faşîzm e. Berxwedana li Kurdistanê tê nîşandan wê ji ya Kobanê mezintir bibe. Girseya li Ewropayê bêdeng e. Mirina pitik û extiyaran ji rêzê tê nîşandan."
'JI BO SERKETINA ŞOREŞÊ EM Ê BI RUH Û BAWERIYEKE MEZINTIR TÊBIKOŞIN'
Endamê MLKP'ê jî di axaftina xwe ya li bîranînê de jiyan û têkoşîna Berçem Rênas û Ekîn Sû vegot.
Nûner diyar kir, ku ji bo bîranîna her du hevrêyên xwe, ji bo serketina şoreşê ew ê bi hêz, ruh, coş û baweriyeke mezintir têbikoşin û got, "Yên ku gule li bedenênw an ên birîndar û bêparastin reşandin, wê hewl bidin vê binixumînin. Çeteyên polîtîk-Îslamî yên faşîst ên xwe li rêbazên cînayetên dewletê girtne, wê bibin hedefê tiving û teqemeniyên me."
'ŞEHÎD RÛMETA ME NE, DIVÊ NEYÊN JI BÎR KIRIN'
Malbata gerîlayê HPG'ê Roger Demhat jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Weke ku tê zanîn, faşîzma Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de hem ji hewayê hem jî ji bejahî ve, bi şêweyekî ku li exlaqê mirovahiyê nayê, hovîtiyê dike. Birayê min ji bo dawî li vê hovîtiyê bîne, zanîngeh terikand û tevlî vê doza pîroz bû. Di 15'ê Mijdara 2015'an de tevlî karwanê şehîdan bû. Em jî li vê derê di şexsê her sê şehîdên xwe dilsoziya xwe ya bi bîranîna hemû şehîdên şoreşê re tînin ser ziman û li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Merasîma bîranînê piştî xwendina mewlûdê bi dawî bû.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, êrîş û komkujiyên li Kurdistanê, bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Çalakgerên li Beûrspleînê hatin cem hev, ber bi Mûseûmpleînê ve meşiyan. Girseya gel di dema meşê de kevnekî reş ê li ser navê mirovên li Kurdistanê hatine qetilkirin nivîsandî, hilgirt.
Ji girseya gel a li Mûseûmpleînê civiyan re, ji Partiya Sosyalîst a Hollandayê (SP) Hanry Van Bommel, ji YNK'ê Bextiyar Bekîr û Azad Xalik, nûnerê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer, li ser navê KCD-E Hêvî Osman û nûnerên navenda Civaka Demokratîk a Amsterdamê axivîn.
Hanry Van Bommel diyar kir ku pêwîstiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi aştiyê heye û ji bo bêdengbûyîna çekê girîng e maseya muzakereyê bê danîn. Van Bomme bibîr xist ku Tirkiye endamekî NATO'yê ye û destnîşan kir ku dewleteke li hemberî gelê xwe şer dike, divê ji NATO'yê destekê negire.
Van Bommel bang li NATO'yê kir ku êdî destekê nede Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku Erdogan ji bo Tirkiye û hemû herêmê xetere ye.
Bextiyar Bekîr jî silav ji şervanên Kurdistanê re şand û da zanîn, ku divê Kurd hemû piştgiriyê bidin hev. Bekîr destnîşan kir ku serketin bi vî rengî bi dest dikeve.
Parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer jî got, "Girîng e ji Ewropayê bê pirsîn: Çima PKK di lîsteya terorê de ye? Çima DAIŞ ji hin welatan destekê werdigire? Merkel çima bi Erdogan re li hev kir? Bersiva van pirsan ji aliyê welatên Ewropayê ve jî tê zanîn. Heta ku PKK mûxatab neyê girtin, wê li Rojhilata Navîn çareserî nebe.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê Neslîhan Dîlok jî di axaftina xwe de diyar kir ku AKP û Qesr bi hêz û baweriya ji 12'ê Îlonê werdigire re welêt ber bi kaosê ve birine û Bakurê Kurdistanê veguherandiye gola xwînê. Dîlok ragihand ku di serî de jinên ducanî û pitik, gelê sivîl ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin û destnîşan kir ku bi îlanên xwerêveberiyê re berxwedan didome.
Di mîtîngê de herî dawî belavoka Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê hat xwendin û belavkirin.