Êrîşên dewleta Tirk li Adigeyê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li dijî sivîlan dike, şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, faşîzma AKP'ê ya li bajarên Kurdistanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Li ser navê girseya gel a li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiyan Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyev axivî û got,"AKP û Erdogan ji bilî komkujiyê tiştek neda Kurdan."

Broyev da xuyakirin, ku alîkariya ji bo birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê astengkirin û got, "Li Tirkiyeyê bi pêşengiya AKP'ê polîtîkayeke zanebûn a qirkirina Kurdan tê meşandin. Di vî şerî de dewleta Tirk hemû sazî û hêzên xwe yên şerê taybet pêşkêşî AKP'ê kiriye. Gelê Tirk serî li ber AKP'ê tewand, lê gelê Kurd wê ti carî serî netewîne. Li hemberî faşîzma dewleta tirk gelê Kurd hînê qala aştî û biratiyê dike. Bêguman ev helwest girîng û watedar e, lê belê roj bi roj bi şikestina kûr re ev gotin bêwate dimînin. Ji bo parastina xwe û xwedîderketina li nirxên xwe, divê gelê Kurd êdî bi vîn û hêza xwe li ser piyan bisekine. Hingî wê faşîzma AKP û Erdogan têk biçe."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Bakur", "Bijî azadiya Kurdistanê" belav bû.