Êrîşên dewleta Tirk ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 7 reşemiyê 2016, 07:10
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.
HANNOVER
Li bajarê Elmanya Hannoverê, êrîşên dewleta Tirk bi mîtîngekê hatin protestokirin. Di mîtîngê de bi qasî hezar kes amade bûn û Dîe Lînke, Frîedensburo, ATÎF, PYD û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan çalakiyê. Girseya gel a li meydana Steîntor li hev civiya, bi sedan belavok belav kir. Di axaftinên li çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin.
LUBECK
Êrîşên li Kurdistanê, li bajarê Elmanya Lubeckê hat protestokirin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin. Ciwanan dirûşma "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" qîriyan.
DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi pêşengiya Meclîsên YJK-E, Komalên Ciwan û Navendên Civaka Demokratîk ên Dortmûnd, Essen û Dusseldorfê, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li balafirgeha Dusseldorfê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin.
FREÎBÛRG
Dewleta Tirk li bajarê Elmanya Freîbûrgê jî hat protestokirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Girseya gel a li Kartoffelplatzê li hev civiya, ber bi navenda bajêr ve meşiya û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin ku bala xwe li ser êrîşên wehşî yên dewleta Tirk li gelê Kurd dike. Girseya gel piştî daxuyaniyê careke din li Kartoffelplatzê vegeriya û li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê belav bû.
PARÎS
Êrîşên rejîma AKP'ê ya faşîst, li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û dostên Kurdan ên li Meydana Bastîlle li hev civiyan, heta Meydana Repûblîqûe meşiya û li vir mîtîngek pêk anî. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay, Nûnerê FEDA yê Fransayê Îrfan Dayioglû û nûnerên gelek saziyan mafê axaftinê girtin û komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin.
MONTPELLÎER
Li bajarê Fransa Montpellîerê, greva birçîbûnê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, bi meşekê bi dawî bû. Meşê ji Peyroû Pîtot destpê kir û li Place de la Comedîe bi dawî bû. Di dema meşê de, bi zimanê Fransî, êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê tên kirin hatin vegotin.
CHARLEROÎ
Komîteya Şengalê ya Charleroî, li bajarê Belçîka Charleroî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya du rojan kir. ATÎK û Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê destek dan çalakiyê.
ZURÎCH
Li bajarê Fransa Zurîchê, rêxistinên antî faşîst û çep a alternatîf, bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiya li Rathaûsbrucke de, destpêkê ji Tevgera Aûfbaû Andrea Staûfacher axivî û got, "Hevrêyên me yên li Kurdistanê li ber xwe didin, wê li Bakurê Kurdistanê azadiyê diyarî me bikin."
Nûnera Koma Jinê ya Kasama jî da xuyakirin, ku têkoşîna herî mezin a li Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê ye û têkoşîna YPS û YPS Jin silav kir. Girseya gel piştî axaftinan dest bi meşê kir û li Bruklî Platzê mîtîngek lidar xist.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, saziyên sosyalîst ên Awûstûryayî û Pêkhateyên Hêza Demokratîk, ji bo silavkirian berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, meşiyan. Girseya gel a li herêma yekemîn a Viyanayê li hev civiya, bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana YPS'ê", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" ber bi avahiya Parlamenta Awûstûryayê ve meşiya. Di axaftinên mîtînga li vê derê de bang li dewleta Tirk hat kirin ku dev ji dagirkirina Kurdistanê berde û ji welatên Ewropayê jî hat xwestin, li hemberî êrîşan bes bêdeng bimînin.