Êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyên girseyî tên protestokirin

Komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.

Komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin. Li bajarên Essen û Dortmûndê, bawermendên kurd piştî nimêja Înê mîtîng lidar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li Skoçyayê jî di çalakiya du rojan de li ser komkujiyan agahî hatin dayîn.

ESSEN: Li bajarê Elmanya Essenê, bi sedan Kurdistanî piştî nimêja Înê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, mîtîngek lidar xistin. Mîtîng li herêma mizgefta Şêx Seîd lê ye, hat lidarxistin û lenet li komkujiyan hat anîn. Di mîtîngê de li ser navê rêveberiya mizgeftê û Meclîsa Gel a Essenê axaftin hat kirin. Qisekeran gotin, "Erdogan bûye mîna fîrewnan û rêbazên DAIŞ'ê li Bakurê Kurdistanê bi cih tîne." Di çalakiyê de gelê Kurd ê li dijî zilma dewletê li ber xwe dide hat silavkirin û ji bo mirovên jiyana xwe ji dest dane dûa hat kirin.

DORTMÛND: Li bajarekî din ê Elmanyayê Dortmûndê jî, piştî nimêja Înê ya li mizgeftên Seîdê Kurdî û Meşhedê Şêx Seîd, daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê bê derketin û li dijî terora dewletê, gelê Kurd bi awayekî topyekûn li ber xwe bide. Piştî daxuyaniyê, ji bo agahdarkirin û wergirtina destekê, dosya pêşkêşî saziyên olî yên Elman hat kirin.

EDÎNBÛRGH: Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, li paytexta Skoçya Edînbûrghê, Meclîsa Gelê Kurd du çalakiyên protestoyî lidar xist. Di çarçoveya çalakiyên rojên Çarşem û Pêncşemê de, Kurdistanî û dostên wan li kolana herî qelebalix a Edînbûrgê Prînce's Street li hev civiyan û li dijî komkujiyan pankart û dowîz hilgirtin. Di axaftinên li çalakiyan de hat ragihandin ku dewleta Tirk li Kurdistanê jin, zarok, ciwan extiyaran li nava kolanan qetil dike û kolan bi leşkeran dagirtiye. Di vê navberê de Skoçên endamên asziyên Women in Black û Stop the War Coalition tevlî çalakiyan bûn û destek dan. Di çalakiyên du rojan de bi sedan belavok hatin belavkirin.

...