Êrîşên çeteyên El Nusra yên li hember Şêxmeqsûd didomin

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê der barê şerê li Taxa Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê diyar kir ku êrîşên bi serkêşiya çeteyên El Nusra li hember Taxa Şêxmeqsûd a Halebê pêk tên, didomin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê der barê şerê li Taxa Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê diyar kir ku êrîşên bi serkêşiya  çeteyên El Nusra  li hember Taxa Şêxmeqsûd a Halebê pêk tên, didomin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê ya der barê pevçûnên Taxa Şêxmeqsûd de wiha hat gotin: “Êrîşên ku  bi pêşengiya çeteyên El Nusra  li hember Taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk tên, didomin.

Di 9’ê Cotmehê derdora saet 23.00’an de hêzên me li hember komên çeteyan operasyonek li dar xistin. Piştî operasyona li ser rêya Kestello ya bakurê Helebê hat lidarxistin li qadê şerên demkurt rû da. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehate zelalkirin.

10’ê Cotmehê saetên sibehê komên çete yên li Taxa Bostan Paşa ya Helebê di nava tevgerê de bûn hatin hedefgirtin. Di encama operasyona şervanên me yên YPJ li dar xistin, maşînek leşkerî ya çeteyan tevî çeteyên di tê de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehate zanîn.

10’ê Cotmehê di saetên êvarê de li hember çeteyên Ehrar El Şam a li heman taxê xwe bi cih kiribûn operasyonek hat lidarxistin. Operasyona ku li nêzî navenda çeteyan hat lidarxistin maşînek çeteyan hate derbkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehate zelalkirin.