Eren Erdem derxistin dadgehê
Eren Erdem ê CHP'yî ku hatibû destgîrkirin, derxistin dadgehê.
Eren Erdem ê CHP'yî ku hatibû destgîrkirin, derxistin dadgehê.
Parlementerê berê yê CHP’ê Eren Erdem ku danê sibê li Enqerê hatibû destgîrkirin û anîbûn Stenbolê, li dadgeha 35. a Cezayê Giran, derket pêşberî dadger.
Ajansa Anadolû ya AKP'ê, di nûçeya derbarê mijarê de ji bo Eren Erdem derbirînên; “di dema hewldana darbeya 17-25’ê Mijdarê de ku qeydên dengan bi awayekî der hiqûqî hatî weşandin, Rêveberê Giştî yê Karê Nivîsê yê Rojnameya Karşi bû” bikar anîbûn û Erdem arman kiribû.
Eren Erdem, bi angaştên; “Bi tevlîbûna pêkhateya hîyerarşîk a nav rêxistina terorîst a çekdar û bi zanebûn û xwestek alîkarî dayîna wê”, “Eşkerekirina şahidê nepenî” û “Binpêkirina veşartîbûna lêpirsînê”, ji 9,5 salan heta 22 salan cezayê girtîgenê tê darizandin.