Erdogan: Yê pêvajoyê sabote bikin dê nekare hesabê bide gel

Erdogan: Yê pêvajoyê sabote bikin dê nekare hesabê bide gel

Têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk Serokwezîrê Tirk Erdogan daxuyanî da û got: “Yê vê pêvajoya xweşik sabote bike dê nekare hesabê bide gel. Yên dixwazin bi tehrîkan pêvajoyê têk bibin dê nekarin hesabê bibin dîrokê.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li Mala Wîlayetan ya Golbaşiyê di xwarina fitarê li gel xizmên şehîd û gaziyan re hat ba hev. Erdogan piştî fitarê têkildarî mijarên rojevê daxuyanî da. Erdogan îdiakir ku, hinek derdor dixwazin pêvajoyê sabote bikin û got: “Em di bin şahid ku hinek xayîn li ser karin. Yê vê pêvajoyê sabote bike dê nekare hesabê bide. Em dê serê xwe ji vana re netewînin.”

Erdogan ev tişt anîn ziman: “Bila kesên ku li derdora berjwendî û hewil didin bîranîna şehîdên me ên ezîz îstismar bikin û îftira li pêvajoya çareseriyê dikin bila we nexapînin. Ev pêvajo, ne pêvajoya bigire bide ye yan ya bazarê nîne. Em pêşerojekî ne dikuje û tê kuştin, em pêvajoyekî jiyan kirin û dana jiyankirin dixwazin. Ev 7 mehe şehîd çênabin, ma gelo ev ne rihetiyeke? Gelo ev ne hewayê hizûrêye di nava civakê de? Ma tişta em li bendê bûn ne ev bû? Qismek mezin yê 76 milyonan rojiyê digire. Ne tu dayîk û bav naxwazin li ser sifreya fitarê sendeliyek yan tebaxek ya xwarinê kêm bimîne.”

Erdoganê ku dibêje, “Em dê bi teror û terorîstan re tekoşîn bikin, em ji biryarbûna xwe navegerin. Lê belê dema em vê tekoşînê jî didin meşandin, armanca me ya bingehîn dilê dayîk û bavan rihet kirine.” Têkildarî pêvajoya çareseriyê jî ev tişt gotin. “Piştî ku pêvajoya çareseriyê destpêkir hêjan li çiyayan agahiyên dilbiêş nehatine. Em dixwazin êşên ku we jiyan kirine dayîk û bavên din jiyan nekin. Hesta kîn û nefretê, hesteke ku tu caran gelê me prîm nedayê. Em netenê li hemberî teror û terorîstan tekoşînin didin. Em li hemberî yên wan bikartînin jî tekoşîn didin. Gelek derdorên ku xwîn, rondik û berdewamkirina îstismarê, xwîna ciwanê me dixwazin hene. Em dibin şahid ku dema pêvajoya çareseriyê didome, evana hewil didin pêvajoyê têk bibin. Nemerdên ku ji bo pêvajoyê sabote bikin, xwîna birije, ciwana bikujin û bidin kuştin hemû cûre tehrîka dikin. Em dibin şahid ku xayîn li ser karin.”

Erdogan got, “Em dê serê xwe ji wan re netewînin.” Erdogan diyarkir ku, “Em dê destûrê nedin binpêkirina makezagon û zagonan. Yê vê pêvajoya xweşik sabote dike dê nekare hesabê bide gel. Yên dixwazin bi tehrîkan pêvajoyê têk bibin dê nekarin hesabê bibin dîrokê. Komara Tirkiyeyê ne dewleteke serê  xwe ji hesabên biçûk, qurnaziyên bitewîne.”