Erdogan: Tolhildana Amedê û Osloyê

Erdogan: Tolhildana Amedê û Osloyê

Erdogan weke hikûmet dayina peyamên di derbarê nakokiyên ku li gel Cemaeta Gulen dijî dewam dike.

Erdogan ku got: “Di Tirkiya nû de wê ticarî dinava dewletê de dewlet nebe. Dewleta parelel wê ticarî çênebe” û li ser nifînên Gulen yên li ser wan jî bi serdaçûna CHP’yê re bal kişande ser û wiha dewam kir: “Ger hun dixwazin nelirêtiyê bibînin temaşey CHP’ê bikin. Ev bi hevre seansên nifrînan amade dikin.”

Erdogan ku diyar kir hewildanên cemaetê di heman demê de “pêvajoya çareseriyê” jî peywendî dar dike û wiha got: “Ev pêvajo ji bo Tirkiya nû pêvajoya ‘Tekoşîna Îstiklalê’ ye.”

Serokwezîrê Tirk û Serokê Giştiyê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan di civîna zêde kirina Serokên Bajaran yên partiya xwe de axivî.

Erdogan 11 salên partiya xwe a li ser desthilatdariyê bi “rêveberina siyaseta rast” ve girêda û wiha got: “Partiya AK wê destor nede nelirêtiyan, nahêle derbaz be. Rastiya me em gihandine van deran. Ji ber ku em bi bawer bûn, bi hezkirin girêdayî Tirkiyê bûn û ji ber me berhem afirandin em gihane van deran. Emê ji van ticarî gav paşda na avêjîn.”

‘EM WÊ DADGEH Û RÊVEBERIYÊ JÎ PAQIJ BIKÎN’

Erdogan bal kişande ser operasyona nelirêtî û bertîlê û wiha got: “Pêwistiya me bi mînak girtina hinek din nîne. Em wê yên baş mînak bigirîn lê yên sicîla wan reş be em cidî na girîn. Di van 11 salan de car caran di derbarê me de bêbextî û reşkirin çêbûn. Lê sicîla me spî ma. Me xerabên dinava xwe de derxistin yan jî ji bona çêbûna wan me dem da.

Temaşe bikin 9 roje operasyonek tê meşandin. Di roja yekem de navê wê hat diyar kirin. operasyona mezin a bertîl û nelirêtiyê. Ji vê şûnda jî bernavekî din lê hat kirin, nelirêtiya dîrokê a herî mezin. Di vê navberê de ji hindir li ser hev ji bo derve agahî diçin. Ev çewan û êdî çewan çêbibe jî.. lê li rexmê vêna di nava sîstemekî ku ev gav di nava wêde tên avêtin de tiştên cuda tir jî hene. Wê demê yan çengekî rêveberiyê ye yan jî safhekî diyar yê dadgehê van servîs dike. Tişta ku li vir dikeve ser me çiye? Paqij kirina vire.

Heya roja niha me gelek bûyer jiyan. Yên ku ev bûyer jiyan piştî demekî diyar şûnde hatin beraet kirin. Wê kî bedela qirêjiyên wan kesên ku hatine beraet kirin yên dinava wê demê de bide? Wêne, dosya, îdîa hemû rojê di manşet û li ser weşanê ne. û montajên balkêş. Ev xwedî kesayetekî ku piştî vêna wê bikaribin dîsan jî van tiştan biki ne. li ser vê yekê hatine mezin kirin. Ma zagon eve? Ev ji bo yên dinava rêveberiyê de jî dibêjim. Rêvebertî ma eve?

Bi rojane li ser qotiyên ku di mala rêvebirê Giştî yê Banqa Gel derdikevin tê axaftin. Hun ji kuderê dizanin ka ev qotiyane çine? Kê servîsa vê yekê ji were kir? Ger ji mala wî para derket û ew kes diheman kêliyê de bê tewan bar kirin, ez ji vir ji mûdurê giştî yê CHP’ê dipirsim, kesê ku ji mala wî 2,5 milyon Euro derketin çima we kire parlementer?

Em wê yên xerab paqij bikîn yan jî ji bo paqij kirinê tişta pêwist çibe emê bikîn.”

Erdogan saziyên çapemeniyê jî bi “sîxortiyê” sucdar kirin û wiha got: “Aliyekî din yê bi êş yê hedîseyê jî wiha ye; çend rêxistinan, koman û navendan ji vê komploya qirêj weke maşa bi karanîn. Em vê çapemeniyê, van rêxistinan deh salin baş dizanîn. Lê di vê pêvajoyê de baş dekete holê ka ev çi difikirin. Ez li vir pir vekirî dibêjim, bûyera dawî diyar kir ku li Tirkiyê pêkhateyên çapemeniyê yên ku ne berjewendiyên welatê xwe, berjewendiyên hinek din dihizirin, li gel hinek derdorên din rentê dihizirin û dinava xayintiya welat de sixortiyê jî dikin hene li gel rêxistin û çeteyan jî hene. Mixabin di nava dewletê de maşayên wiha jî hene. Em weke hikûmet di nava çerçeveya berpirsyartiya xwe de bi temamî girêdayî zagonan mayîn em di ser vê yekê de diçîn. Diyare heya roja îro tekoşîna ku me lidijî çeteyan daye têra nekiriye û diyare hîn xelekên din yên wan hene.”

Erdogan di berdewama axaftina xwe de li ser tekoşîna Gezî got ku çapemeniya navnetewî li Stenbol û Enqereyê qamp çêkirine û di heman demê de medya civakî û medya navnetewî Tirkiye li pêş Cîhanê reş kirine. Erdogan wiha got: “Ev îxanete. Ev xayintiya li welat kirine. Bê dilmayiyan pêve ev kirin.”

‘TOLHILDANA AMEDÊ Û OSLOYÊ A 7’Ê SIBATÊ’

Erdogan bal kişande ser hevdîna xwe û Barzanî a li Amedê jî û wiha dewam kir: “ Li Amedê me mersîmekî bi hêvî pêk anî. Bi tevlîbûna Mesud Barzanî, Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises tebloyekî Amedê ya ku neyê ji bîr kirin derket holê. Gelek kesan li wê meydanê kir girî. Hefteya derbaz bûyî li ser biratiya me sûykastek hate pêk anîn. Li Geziyê xwestin serkeftinên Gûlanê sabote bikin. Di 17’ê Cotmehê de sûykastek li hemberî tabloya Amedê jî hate pêk anîn. Bi mijûlkirina raya giştî a bi nelirêtiyê di pilana paşda de ji bo tolhildana Amedê û Oslo ya 7’ê Sibatê a Banqa Gel hate amade kirin.”

Erdogan bal kişande ser nifrînên Fetullah Gulen jî û got ku wê bersiva van gel di hilbijartinên 30’ê Adarê de gel bi dawî bike.

‘TU WÊ HEM BÊJÎ ALLAH Û HEM JÎ KOMPLO BIKÎ’

Erdogan bê ku nav bide Cemaeta Gulen hedef girt wiha got: “Tevgera ku hemû rêyan ji xwere rawa dibîne wê bi ser nekeve. Tu wê hefteyek bêjî Qûran, Pêxember, Allah lê wê navê te bi qaset û komployan bê bibîr anîn. Di vê çerçeveyê te tişta ku pêwist bike emê bikîn.”