Erdogan pereyên Yekîtiya Ewropayê 'xweş' xwariye

Eşkere bû, pereyên ku Yekîtiya Ewropayê ji bo penaberan şand ji desthilatdariya Erdogan re winda bûye. Saziyên kontrolê yên Yekîtiya Ewropayê nizanin bê bi milyonan Euroyên ji Tirkiyeyê re hatine dayin ji bo çi hatine xerckirin.

Di civîna bilind a Varnayê de ku di navbera rêveberên Yekîtiya Ewropa û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de hate kirin, hatibû îdîakirin ku peymana Bruksel-Enqereyê ya li ser penaberan serketina tekane ye. Lê belê careke din eşkere bû ku ev peyman mîna ku ji raya giştî re hatiye eşkerekirin bi rê naçe û peyman ji bilî amûreke herikandina pereyan ji bo rejîma Erdogan bi kêrî tiştekî din nayê.

Li gorî peymanê, 3 milyon penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê berê xwe dane Ewropayê wê li Tirkiyeyê bên hiştin û di berdêla vê de jî wê 6 milyar Euro pere ji rêveberiya Enqereyê re bê dayin. Brukselê heta niha nîvê vî pereyî daye. Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Juncker li Varnayê axivî û diyar kir ku 3 milyar Euro yên mayî jî wê di demeke nêz de werin dayin.

Lê belê li gorî lêkolîna hevpar a saziya medya navneteweyî "Tora Hevkariya Lêkolînê ya Ewropayê " (European Investigative Collaborations-EIC) û kovara Der Spiegel a Elman, peymana li ser penaberan mîna ku hatiye ragihandin qet bi rê ve naçe. Li gorî vê yekê, pereyên ku ji bo penaberan ji Tirkiyeyê re hatine dayin winda ne û projeyên ku Yekîtiya Ewropayê pereyê wê dane bi cih nayên anîn.

90 MILYON EURO HATIN DAYIN, LÊ NEXWEŞXANE NÎNE!

Her wiha ji bo projeyên însanî yên penaberan jî alîkarî hate dayin. Lê belê tenê nîvê van bi cih hatin anîn. Ev proje jî nikarin bên kontrolkirin. Ji bo nexweşxane û dibistanên ji bo penaberan jî rejîma Erdogan pereyan ji Yekîtiya Ewropayê digire, lê înşaetên van jî dest pê nekirine.

Destpêkê ji bo nexweşxaneya ji bo 300 nexweşî ya li Kîlîsê 40 milyon Euro, ji bo nexweşxaneyeke Hatayê ya ji bo 250 nexweşî jî 50 milyon Euro hatin dayin. Lê belê înşaeta her du nexweşxaneyan jî dest pê nekiriye. Li gorî lêkolîna EIC, rewşa dibistanan jî ne kêmî ya nexweşxaneyan e. Diviyabû li 14 herêmên cuda yên Tirkiyeyê 39 dibistan bihatina çêkirin, lê belê karê çêkirina tenê 8 ji wan dest pê kiriye.

ÇI BI 15 MILYON EUROYÊN JI TOBB'Ê RE HATIN DAYIN HAT?

Li gorî nûçeya EIC ku bi 12 zimanan weşanê dike, ji bo destek ji razemenî û karên ji bo Sûriyeyiyan re bê dayin, 15 milyon Euro ji Yekîtiya Borsa û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) re hate dayin, lê nayê zanîn bê ev pere çawa hatiye xerckirin. Tebaxa 2016'an jî ji bo mesrefên xwarin, xizmeta tenduristiyê, ragihandin û bicihbûnê 12 milyon Euro ji Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê re hatin dayin. Lê ev jî winda ye.