Erdogan nîşan da, polês "ya pêwîst" kir
Erdogan nîşan da, polês "ya pêwîst" kir
Erdogan nîşan da, polês "ya pêwîst" kir
Televîzyona El Cezîrê, ku Serokwezîrê Tirkiye Tayyîp Erdogan bi çêkirina nûçeyên derew wê tewambar dike, kameramanên wê tevî ku gotin ew "rojnamevan in" li lêdana 30 polêsan rast hatin.
Li gorî nûçeya Bîanet, kameramanên El-Cezîre Turk Kemal Sogûkdere û Alper Çakici doh l Taksîmsê li lêdana 30 polêsan rast hatin. Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyê (TGC) xwest, berpirsyar werin ronîkirin.
Kameraman gava li Taksîmê dimeşiyan, li ber Sutîş a li Kolana Îstîklalê li êrişa 30 polêsan rast hatin.
Tevî ku kameramanan ji polêsan re gotin ew rojnamevan in jî, li dijwariyê rast hatin. Kameramanên ku der heqê dijwariya polêsan de rapor stendin dan xuyakirin, ku ewê gilî bikin.