Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku ji bo li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) baxive û tevî rêxistinên civakî yên sivîl hin hevdîtinên siyasî bike hat New Yorkê, dema li civata giştî daxivî li derveyî avahiyê hat şermezarkirin.
Komeleya Kurd Amerîka (Kurdîsh Amerîcan Assocîatîon) qemyonek kirê kir û tevî sê ekranên LED bi dehan caran li dora Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî geriya û bi rêya wêneyan rewşa li Tirkiyeyê ji mirovên li herêmê re ragihand. Di van wêne û belgeyan de hevkariya demdirêj a Fethûllah Gulen û Erdogan hat nîşandan, qala bi hezaran akademîsyen, mamoste, rojnamevan û nivîskarên bi bahaneya pêvajoya 15'ê Tîrmehê ji kar hatin avêtin, hat kirin. Komkujî û talana hikûmeta AKP'ê û Erdogan ji havîna 2015'an û vir ve li erdnîgariya Kurdan dike, bi wêneyan ha nîşandan.
ARMANCA ERDOGAN, DAGIRKRIRINA AXA ROJAVA YE
Her wiha bal hat kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û hat destnîşankirin, ku armanc ne 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye', berevajî, Erdogan û hikûmeta AKP'ê dixwazin herêmên di kontrola YPG/YPJ'ê de ne, dagir bikin. Vê qemyonê bala raya giştî û rojnamevanên li herêmê kişand.