Erdogan li ber Parlamenta Yewnanîstanê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li paytexta Atînayê dijîn, rejîma Erdogan şermezar kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Atînayê dijîn, rejîma Erdogan şermezar kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn, li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê, dest bi çalakiyan kir ku ev çalakî wê heta Roja Kobanê ya Cîhanê bidomin.
Mîtînga destpêkê li meydana Sytagmayê pêk hat. Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şaredariyan, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Çalakiya li ber avahiya parlamentê duh pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Yewnanî û Îngilîzî hatin belavkirin.
Çalakî wê roja Şemiyê li bajarokê Lavrîon û roja Yekşemê jî li Atînayê dewam bikin. Jin û ciwan pêşengiyê ji çalakiyan re dikin.
MECLÎSA GEL: SEDEMA ME YA ŞER Û AŞTIYÊ YE
Li ser navê Meclîsa Gel daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Ev çalakî hişyarkirina TC û Erdogan e. Bila dîkta Erdogan zanibe, em her roj nobedê digirin. Azadiya Rêberê me, şaredariyên me ku vîna me ne û parastina Rojava, ji bo me sedema şer û aştiyê ne."