Erdogan heqaret li Macron kir: Bang li sefîrê Tirk hate kirin

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan heqaret li Serokkomarê Fransayê Macron kir, bang li Sefîrê Tirk ê li Parîsê hate kirin ku were Wezareta Karê Derve.

Tirkiye di êrîşên dijî Kurdan de desteka NATO'yê xwest, Emmanuel Macron li dij vê daxwazê derket, li ser vê jî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan heqaret li Macron kiribû.

DU MEHÊN DAWÎ DU CARAN BANG HATE KIRIN KU WERE WEZARETÊ

Li ser heqaretên Erdogan bang li Sefîrê Tirk Ismaîl Hakki Mûsa hate kirin ku were Wezareta Karê Derve û jê hate xwestin ku li ser gotinên Erdogan daxuyaniyekê bidin. Herî dawî piştî 9'ê Cotmehê dema ku êrîşên dagirker ên Tirk li ser Rojava dest pê kiribû, bang li Sefîrê Tirk hatibû kirin ku biçe Wezareta Karê Derve.

Di daxuyaniyê Wezareta Karê Derve de ku Erdogan ji bo Macron gotibû, ''Pêşî tu li mirina mêjiyê xwe binere'' hate gotin, ne li gorî diyaloge ''hewce'' ya di navbeyna du welatan de ye.

Qesra Elysêeyê di daxuyaniyê de got, ''Em aşkere bibêjin, ev ne deklarasyon e, rasterast heqaret e.''

ERDOGAN BI GOTINA ''MIRINA MÊJÎ' YÊ MACRON, HEQARET KIRIBÛ

Macron Pêrşemê gotibû, ''Tirkiye li Sûriyê bi ''min kir û bû'' operasyonê dike, bi ser de divê ne li bendê be ku mitefîkên NATO'yê destekê bidinê''. Macron her wiha meha bihurî ji kovara The Economîstê re axivîbû û gotin,''Niha tişta ku em dijîn, mirina mejî ya NATO'yê ye. DYE'yê pişta xwe daye projeya Ewropayê.''

Piştî ku Macron gotibû NATO wê destekê nede dagirkeriya Tirk a li Rojava, Erdogan duh gotibû, ''Birêz Macron, tu pêşî li mirina xwe ya mêjî bipirse. Ne hedê te ye ku Tirkiyê ji NATO'yê derxîne.''