Erdogan, fermana kuştinê da polîs û leşkeran!
Erdogan, fermana kuştinê da polîs û leşkeran!
Erdogan, fermana kuştinê da polîs û leşkeran!
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, fermana kuştina çalakgerên hevkariya AKP û DAIŞ şermezar dikin da polîs û leşkaran. Erdogan got, "Êdî ne mimkun e polîs û leşkerên me bi mertalan pêşiya vî karî bigirin. Ya pêwîst çi be wê leşker û polîsên me bikin.”
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li Trabzonê di merasîma sala perwerdeya 2014-1015 a Zanîngeha Teknîk a Karadenîz de axivî ji bo leşker û polîs kuştinan bikin lembeya kesk pêxist.
Serokkomarê Tirk Erdogan ê berpirsiyarê bûyeran tevgera Kurd nîşan da got, “Her tişt li holê ye. Rêxistina terorê ya parçeker berpirsyarê sereke ye. Kesên polîsên me şehîd kirin li holê ne...
Ma wê hîn mertalan bi kar bînin? Bila li qisûrê nenêrin û kesek di wê mijarê de aqil nede. Êdî ne mimkun e polîs û leşkerên me bi mertalan pêşiya vî karî bigirin. Ya pêwîst çi be wê leşker û polîsên me bikin.”