Erdogan: Ez banga Ocalan erênî dibînim
Erdogan: Ez banga Ocalan erênî dibînim
Erdogan: Ez banga Ocalan erênî dibînim
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan yekemîn şîroveya xwe ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Ez vê pêşketinê erênî dibînin, lê ya ji bangê girîngtir pêkanîn e.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Holandayê daxuyaniyaniyên Ocalan nirxand. Erdogan got: “Em hêvî dikin ku em tengasiya 30 salan a li welatên xwe bi vî awayî bi dawî bikin û înşallah welatê me dê xweşî û aramiya ku lêdigere bibîne.”
Erdogan wiha domand: "Daxuyaniyên Erdogan dên bersivek baş bigire gelo? Em dixwazin wê bibînin. Ger bikeve meriyetê dê hewaya herêmê û Tirkiyeyê biguhere. Divê çek bên danîn. Ger ji welatê me derbikevin jixwe dê aramî çêbibe û wê demê jî hêzên me pêwîstî pêk nabînin ku operasyon pêk bînin.”
Erdogan bal kişand ser Newroza Amedê û got ku wan dixwest ku li wir alek a Tirk jî hebe.