Erdogan: Em di vekişînê de rê nadin înfazê!

Erdogan: Em di vekişînê de rê nadin înfazê!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku ji bo mijara vekişîna hêzên gerîlyan muxatab hukûmet e û got: “Niha pêvajoyeke pir cûda pêk tê. Berê dema PKK vekişiyabû, tê zanîn înfaz çêbibûn. Niha em weke hukûmet tiştek bi vî rengî nafikirin.

Erdogan bersiv da pirsên ji rojnameya Haber Turk Fatîh Altayli û diyar kir ku ger çareserî pêk bê, jixwe berê hatibû rojevê ku dê kadroyên pêşeng ên PKK’ê biçin welatên Skandinavyayê. Lê Erdogan diyar kir ku di serdana wî ya li Danîmarkayê de tu rojevek wan bi vî rengî tune bû.

“TIŞTEK KU MECLÎS BIKE TUNE, MUXATAB HUKÛMET E

Erdogan ku daxwaza Kurdan a ji bo rola meclîsê ya ji bo vekişîna hêzên gerîlayan nirxand û diyar kir ku niha tiştek ku Meclîs bike tune ye û wiha domand: “Niha tiştek ku Meclîs bike tune. Ji bo vekişînê jî tu tiştek nakeve ser milê meclîsê. Li Tirkiyeyê hukûmet heye. Muxatab hukûmet e. Hukûmet dê tişta dikeve ser milê xwe bike. Ji bo di çarçoveyeke qanûnî de pêvajo pêş ve biçe, em pir hesas in. Dema Xabûrê hebû, ew şow bû dawiya pêvajoyê. Em nikarin çavê xwe li yeke din bigirin. Niha pêvajoyeke pir cûda heye. Berê dema PKK vekişiyabû, tê zanîn înfaz çêbibûn. Niha em weke hukûmet tiştek bi vî rengî nafikirin."

"EM RÊ NADIN ÎNFAZAN"

Erdogan mijara “înfazan” jî aşkere kir û got: “Kuştinên kiryar nediyar û bûyerên di bin navê JÎTEM’ê de. Beriya niha di dema vekişînê de hin bûyerên nexweş çêbûn. Em nahêlin wisa çêbibin. Em firsendê nadin. Em dixwazin ev yek welat aramtir bike.”

Erdogan bersiv da pirsek ku dibêje divê biçin kîjan welatî û got: “ev yek ew dê bi xwe biryar bidin. Ku derê dixwazin bila biçin wir...”