Erdogan: Di pakêtê de sererastkirina zimanê zikmakî nîne!
Erdogan: Di pakêtê de sererastkirina zimanê zikmakî nîne!
Erdogan: Di pakêtê de sererastkirina zimanê zikmakî nîne!
Nîqaşên li ser demokratîkûna pakêta ku hikûmet dê aşkera bike de didome û serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku der barê perwerdehiya zimanê dayikê de ku daxwazeke sereke ya kurdan de, sererastkirineke tuneye. Erdogan di mijara Kongreya Netewî a Kurdan de Hikûmeta Başû tehdît kir û li dijî şibandina FKO derket û got: “Ew kes axa wan hatiye xespkirin. Ev kes têkoşînê didin. Gelo ma pirsgirêkek kurdan ya wisa heye?”
Erdogan di vegera xwe ya Turkmenîstanê de di balafirê de pirsên rojanemgeran bersivand û got: “Em li gorî raporên ku aqilmendan daye me, pêngavan davêjin.” Lê balkêşe ku di rapora aqilmendan de der barê sernavekî girîng ya ji bo kurdan daxwazeke serekeye, ya perwerdehiya zimanê zikmakî de da zanîn ku dê di pakêtê de cih negire.
ZIMANÎ FERMÎ DÊ ZIRARÊ BIBÎNE
Erdogan li ser pirsa ‘Di pakêtê de pêşniya perwerdehiya zimanê zikmakî vedibe? de wiha got: “Na tuneye. Li dibistanên taybet jî tune. Ev mijar niha ji bo me rewşeke ku bê destgirtin nîne. Em li ser mijarên ku welatê me parçe dike, wek partiya AKP’ê pêngavan navêjin. Me ji xwe li dibistanan derfetê perwerdeya ziman daye. Lê ger bi zimanê dayikê pêşniya perwerdehiyê bê vekirin dê ziman zirarê bibîne.
Erdogan got ew ji teklîfa serokatiyê dest bernadin û got daxwaza rakirina benda hilbijartinê jî dê bi riya pergala serokatiyê bê çareserkirin.
Erdogan di mijara vekişîna gerîlayan de jî îdia kir ku ‘sozên hatine dayîn nehatine cih’ û got ji sedî 20 vekişîn çêbûye û îdia kir ku yên ku vekişiyane jî zarok û jinên extiyarin.
HÊZÊN EWLEKARIYÊ DÊ TIŞTA PÊWIST BIKE
Erdogan wiha got: “Ji xwe çek dananîne. Ev rewşa xwe datînin holê. Bê guman dê hêzên ewlehiyê yên vî welatî li dijî kesên dibêje ez êrîş dikim nabêje ‘tu bi xêr hatî’. Tişta pêwist dê bikin.”
Erdogan diyar kir ku ew ji cih girtina rayedarên KCK’ê ku di çapemeniyê de cih digire, nerehet e û got: “Bila di manşetan de daxuyaniyên rêveberên rêxistinê cih negirin. Ev fêdeyên nadin welatê min. Zirarê didin.
AXA FILISTINÊ HATIYE XESP KIRIN, YA KURDAN PIRSGIRÊKEK WISA NÎNE
Erdogan der barê kongreya netewî ya Kurd de jî axivî.
Erdodan li dijî şibandina FKO derket û got: “Ew (Filistînî) axa wan hatiye xespkiri. Ew têkoşînê didin. Gelo rewşeke wisa a kurdan yde? Pasaporta Filistiniyan tune. Ger Israîl bide derdixin. Lê li welatê min ji bo welatiyên min yên kurd pirsgirêkek wisa nîne?
BAŞÛR TEHÎD KIR
Erdogan di mijara kongreyê de jî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê rexne kir û got: “Kongre li derveyê Tirkiyeyê ye. Ew min zêde eleqeder nake. Ev bi taybet dê ji bo Bakurê Iraqê bibe pirsgirêk. Ji ber ku biryarên berovajî soz û peymanên dane me, dê zirarê bide têkiliyên me. Ev ji ber vê girînge. Me ji wan re rastiyên pir zelal vegot. Em pêngavên ku dê bibin wesîleya parçebûna welatê me, dê teqez li ber çavan derbas bikin.”