Erdogan dê roja duşemê pakêta xwe aşkera bike

Erdogan dê roja duşemê pakêta xwe aşkera bike

‘Paketa Demokrasiyê’ ya ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye amadekirin dê ji aliyê Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan ve roja duşemê bi civînekî çapemeniyê bê ragihandin.

Erdogan der barê paketê de diyar kir ku wê roja Duşemê saet 11.00’an de bi daxuyaniya çapemeniyê diyar bike.

Civîna çapemeniyê ya li avahiya nû ya Serokwezirtiyê bê kirin, hat hînbûn ku çapemeniya nivîskî û dimenî, berpirsên weşanên giştî hatine vexwendin.

Di civîna çapemeniyê de tê payîn ku çend wezîr jî amade bin. ‘Paketa Demokrasiyê’ ya ku Erdogan veke,  pêvajoya Çareseriya Demokratîk ya ji bo pirsgirêka kurd ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye dest pêkirin, gavên ku ji aliyê hikûmetê ve tên hêvikirin bên avêntin, jî di nav de ye.

Lê Erdogan û der dorên hikûmetê perwerdeya bi zimanê dayikê ya ku di nava daxwazên sereke yên kurdan de cih digire, di daxuyaniyên xwe yên ku pêştir de pêk aniye de, di nava kurdan de bê baweriyekî mezin çêkiriye.

Koordinasyona Çareserî û Yêkitiya Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya 27’ê Îlonê de ragîhand ku gelê kurd  û hêzên demokrasiyê, paketa ku ji bo daxwazên wan nebe bersiv, qebûl nakin. Koordinasyonê di der barê pakêtê de wiha got: “Paketa Demokrasiyê ya ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve xistin rojevê û di dê 30’ê Îlonê vebikin, bêyî ku nêrînên Gelê Kurd û der dorên Siyasî yên Kurd, hêzên demokrasiyê û raya giştî werbigirin, bi temamî bi rêbazekî ne demokratîk amadekirina wê, gumanên ku wê paketek ku ji çareseriyê dur be zêde dike.”

Koordînasyon di pêşniyarên weke, zimanê kurdî bibe zimanê fermî, rakirina bendava hilbijartinan û astengiyên li pêş azadiya ramanê bên rakirin kirin.