Erdhejzedeyên Konteynerên Tahir Paşa jî dest bi greva birçîbûnê dikin

Erdhejzedeyên Konteynerên Tahir Paşa jî dest bi greva birçîbûnê dikin

Li Wanê erdhejzedeyên ku di Anadolu Konteyniran de dimînin ji ber zor li wan tên kirin ku bên derxistin dest bi grevê kiribûn û erdhejzedeyên ku di Konteynerên Tahir Paşa de dimînin ragihandin ku ew jî dest bi greva birçîbûnê bikin.

Erdhejzedeyên ku li Wanê li Anadolu Konteyniran dimînin 51 rojin di greva birçîbûn de ne û  erdhejzedeyên ku di Konteynerên Tahir Paşa de dimînin amadekariyên destpêkirina greva birçîbûnê dikin.

Piştî ku Walîtiya Wanê ceyran û ava li ser erdhejzedeyên li konteynerên li Anadolu Konteynir de dimîn birîn, greva birçîbûnê ya ku nêzî du mehe hatiye destpê kirin, ji ber heman pirsgirêkên li Konteynerên Tahir Paşa jî dijîn ku 25 malbat lê dimînin bi destpê kirina sermayê re di nava zehmetiyên mezin dene.

Erdhejzedeyên ku bi agirê li derve hildikin xwe germ dikin, li hember gelek nexweşiyan li ber xwe didin. Alîkarê Waliyê Wanê Mehmet Ozer ku alikariya ji bo kirayan ne pejirand û ji erdhejzedeyan xwest ku ji xwe re cihekî bicihbûnê bibînin.

Abdulselam Diler ku berdevkiya 25 malbatên di Konteynerên Tahir Paşa de dimînin dike diyar kir bi birîna ceyran û ava li ser wan dixwazin wan perîşan bikin. Heya ku ji wanre derfetên bicihbûnê nedene wan nikarin konteyneran vala bikin û Diler diyar kir ku ew jî wê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe dest bi greva birçîbûnê bikin.