Enternasyonalîst: Tecrîd li dijî mirovahiyê ye

Enternasyonalîstên ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê: Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina mirovahiyê ye.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, enternasyonalîst her sal ji Luksembûrgê ber bi Strasboûrgê ve dimeşin.

Meşa dirêj a îsal jî bi beşdariya gelek enternasyonalîstên ji Elmanya, Spanya, Îtalya, EmerÎka Başûr, Portekîz, Fransa û gelek welatên din pêk tê. Beşdar li ser armanca çalakiya xwe ji ajansa me re axivîn.

'SEDEMA TEVLÎBÛNA MIN, ANALÎZA OCALAN A LI SER MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E'

Ji meşvanên Elman Alex Dîrachmann diyar kir ku Ocalan ne tenê ji bo ciwanên li meşê girîng e, ew ji bo her kesî girîng e û got, "Birêz Ocalan tiştên gelekî nû û girîng tîne ziman. Sedema herî girîng a tevlîbûna min a li vê çalakiyê, analîza Birêz Ocalan a li ser modernîteya demokratîk e. Mirovên li Ewropa, Emerîka, Efrîka û her devera dinyayê, divê vê analîza ku dawî li neheqiyê bîne, dawî li şerê li Rojhilata Navîn bîne, fêhm bikin. Ez, konfederalîzma demokratîk a Ocalan weke gava destpêkê ya çareseriya van pirsgirêkan dibînim."

'SEDEMA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ TIRSA JI BER NÊRÎNÊN OCALAN E'

Dîcrahmann anî ziman, komploya navneteweyî ji ber tirsa ji belavbûna nêrînên Ocalan hatiye kirin û got, "Armanca komploya navneteweyî ev bû. Ji nêrînên Ocalan gelekî tirsiyan, ji ber ku wî nêrînên xwe xist meriyetê. Ev yek bi taybetî li Rojava ji aliyê tevahiya dinyayê ve hate dîtin. Em jî dixwazin vê yekê li Elmanyayê bi cih bînin. Bêguman divê me gelekî bixebitin. Ji bo Çep a Elmanyayê dem heye. Ji bo pêkhatina vê yekê, ez xwe jî weke erkdar dibînim."

'ŞOREŞA ROJAVA JI BO HÊZÊN ÇEP JÎ ALTERNATÎFEK E'

Ji meşvanan Teho Albrecht ê Elman bal kişand ser girîngiya piştgiriya ciwanên enternasyonalîst ji bo tevgera Kurd û got, "Şoreşa li Rojava hêviyeke mezin da gelek ciwanên Ewropî. Ji ber ku şoreşa pratîkî ya herî mezin a serdemê, ev e. Şoreşa Rojava nîşanî me hemûyan da ku li dijî modernîteya kapîtalîst, şoreşeke alternatîf dikare bê kirin."

Albrecht bi taybetî işaret bi girîngiya nêrînên Ocalan kir û anî ziman, Ocalan di dîroka çepgiriyê de tecrûbeyên pratîkî yên nû û cuda derxistiye holê. Albrecht wiha dewam kir: "Nêrînên bêhempa yên Ocalan hene. Wî hemû şaşitiyên çepa dewletê yên heta niha hatine kirin ji holê rakir û tecrûbeyeke nû ya pratîkî derxist holê."

'TECRÎD NE ÎNSANÎ YE, TIŞTEKÎ TIRSNAK E'

Albrecht tecrîdkirina Ocalan ne weke rewşeke însanî, lê belê weke nêzîkatiyeke tirsnak bi nav kir û polîtîkayên welatê xwe; Elmanyayê rexne kir. Albrecht got, "Tecrîdkirina Ocalan ne însanî ye, tirsnak e. Polîtîkayeke mîna ya Tirkiyeyê li Elmanyayê tê kirin. Zext li enternasyonalîstan tê kirin ên piştgiriyê didin Kurdan. Hikumeta Elman di dema dagirkirina Efrînê de jî alîkarî da Tirkan û ez ji vê yekê şerm dikim. Li dijî vê yekê em zêde xebitîn, ji ber ku em xwe ji bo şoreşê û azadiya mirovan berpirsyar dibînin."

'FÊHM NAKIM BÊ ÇIMA DEWLETÊN EWROPAYÊ LI PÊŞBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG E'

Krîstîna Reed jî diyar kir, nivîsên Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk bandor li wê kirine û bal kişand ser xemsariya welatên Ewropayê li pêşberî tecrîdkirina Ocalan. Reed got, "Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina mafên mirovan e. Li devereke din a dinyayê nîne ku mirov nikaribe bi kesî re biaxive, nikaribe têkiliyê bi kesî re deyne. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Ji ber vê tecrîdê şoq bûme. Dewletên Ewropayê yên qaşo demokratîk, çawa dikarin li pêşberî vê yekê bêdeng bin, ez fêhm nakim."

Amara Serbest a Elman ku bi bandora nêzîkatiya Ocalan a li pirsgirêka jinê çû Rojava û sal û nîvekê li wir ma, diyar kir ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiyê têdikoşe. Serbest ku baş bi Kurdî diaxive, cihê xwe di damezrandina akademiya destpêkê ya jineolojiyê de girt ku li bajarê Hesekê vebû.

'AZADKIRINA OCALAN BI BELAVKIRINA NÊRÎNÊN WÎ DIBE'

Serbest diyar kir, wê di demeke kin de hem li Elmanyayê, hem jî li Cenevreyê dersên jineolojiyê bide û li ser rê û rêbazên rakirina tecrîdê jî got, "Felsefeya Ocalan ji bo mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê 20 sal in dîl girtî ye. Dewlet naxwazin nêrînên wî belav bibe, lewma ew girtiye. Eger em dixwazin Ocalan azad bibe, divê em nêrînên wî belav bikin."