Endamê YNK'ê Ebdurahman: Deriyê Sêmelka girtîbû
Endamê YNK'ê Ebdurahman: Deriyê Sêmelka girtîbû
Endamê YNK'ê Ebdurahman: Deriyê Sêmelka girtîbû
Ji bo derbarê rewşa Deriyê Sêmalka de agahî kom bikin, heyeta parlamenterên YNK a ku ji pênc kesan pêk dihat çûn Deriyê Sêmalka yê li ser sînorê Rojava.
Endamê heyeta parlamenterên YNK'ê Dr. Serwer Ebdurahman derbarê serdana sinorê Rojava ya heyeta parlamenterên partiya xwe de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcle re axivî. Ebdurehman da zanîn ku tiştên heyeta wan bi çavên xwe dîtine aşkera dike ku Deriyê Sêmalka girtiye, tenê ji nexweşan re vekiriye. Her wisa diyar kir ku ew wek YNK li dijî girtina Deriyê Sêmalka ne û daxuyaniyên li ser navê hukûmetê jibo venekirina deriyê sinorê Rojava tên dayîn jî tu eleqeya bi YNK'ê re tune ye.
Deriyê Sêmalka tenê ji nexweşan û alikariyên biçûk re vekiriye
Ebdurehman nêrînên xwe yên derbarê serdana sinorê Rojava de bi van gotinan vegot: "Em pênc parlamenterên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) ji bo lêkolînan çûn sinorê Rojava û Başûrê Kurdistanê û me li rewşa Deriyê Sêmalka nihêrî. Me xwest em zanibin gelo Deriyê Sêmalka bi rastî vekiriye yan na. Ji ber ku aliyên Rojava dibêjin deriyê sinorê Rojava girtiye û li beramberî wê jî Hukumeta Herêma Kurdistanê û bi taybet aliyê PDK'ê dibêje vekiriye. Bes di encama hevditinên me yên bi rêveberiya sinorê Pêşxabûr ku girarêdayî Herêma Kurdistanê ye, her wisa bi rayedarên PYD û partiyên din ên Rojava re derket holê ku Deriyê Sêmalka tenê ji nexweşên giran û di radeyek kêm a alikariyên mirovî re vekiriye.Ji derveyî vê dergeh ji bo hemû hatin û çûyînan girtiye û li gorî ku tê xwestin hatin û çûyîn tune ye."
'Pêşmergeyan destûr ne dan şanda YNK biçe aliyê Rojava'
Her wisa Ebdurahman bal kişand ser daxuyaniyên ku dibêjin Deriyê Sêmalka vekiriye diyar kir ku derî girtiye û pêşmergeyên herêmê destûr nedan ku heyeta wan a bi gelê Rojava yê li ser sinor kombûyî re hevdîtin pêk bîne. Axaftina xwe wiha dewam kir: "Duh dema em çûn sînorê Rojava, li ser daxuyaniyên ku di çapemeniya Başûrê Kurdistanê bi taybet di kanala Rûdaw de tê gotin ku deriyê Sêmalka bi temamî vekiriye bi hezaran gelê Rojava hatin sinorê Rojava û Başûrê Kurdistanê û nerazîbûna xwe li hember vê yekê anîn ziman. Me jî li ser vê yekê me wek şanda YNK bi rayedarên sinorê Pêşxabûr yên Hukûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rayedarên Pêşxabûr dan zanîn ku Deriyê Sêmalka tenê ji nexweşan û alikariyên mirovî re vekiriye. Me xwest biçin aliyê din ê avê bi girseya gel a li wir kombûyî re danûstendin li ser rewşa Rojava û deriyê sînor bikin. Bes mixabin pêşmergeyên erkdarên sînorê Pêşxabûr destûr ne dan ku em bi biçin cem girseya gel. Li şûna wê bang li nûnerên çalakiyê, PYD'ê û partiyên din yên Rojava kirin ku bên bi me re hevdîtin pêk bînin."
'Rayedarên partiyên Rojava gotin derî ne hatiye vekirin'
Di berdewama axaftina xwe de Ebdurehman çi dibe bila bibe divê çarenûsa gelê Rojava nebe qurbana berjewendiyên partiyên siyasî jibo vê jî divê derî ji bazirganiyê û hatin û çûnê re were vekirin. Gotinên bi vî awayî rêz kir: "Di hevdîtina me ya bi rayedarên PYD'ê, aliyên siyasî yên Rojava re pêk anî re, dan zanîn ku Deriyê Sêmalka tenê ji nexweşên giran re û di rêjeyek kêm de alikariyên mirovî re vekiriye. Lê rayedarên PYD û aliyên siyasî yên Rojava dan diyarkirin ku, heta niha li gorî ku tê xwestin Deriyê Sêmalka ji gelê Rojava re nehatiye vekirin. Pêwîstiyên gel ên wek pêdiviyên xwarin-vexwarin, cil û berg, derman û sotemeniyê hene. Gelê Rojava di vê mijarê de di nava tengasî û perîşaniyek mezin de ye. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan jî divê Deriyê Sêmalka ji bazirgariyê û hatin û çûyîn re were vekirin. Da ku gel karibe di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de pêdiviyên xwe bi rêya bazirganiyê pêk bîne."